
Di kêliya ku Sûriye, bi awayekî fermî, wusa xuya dike ku ji qonaxeke pevçûnê derdikeve tenê ji bo ku bikeve nav qonaxeke din, rewşa li herêma beravê nîşan dide ku rehên krîzê nehatine rakirin, lê belê di şêweyekî naziktir û xetertir de hatine guhertin. Li wir, tirsên hebûnê û handana mezhebî digihêjin hev, û her du jî ji mîrateya şîdetê ya çaresernebûyî û rastiya aborî-civakî ya ku ber bi hilweşînê ve diçe, têr dibin.
Piştî komkujiyên sala 2025-an li herêma beravê û li Siweydayê, tirs êdî ne tenê hest an propagandayek e—ew ezmûneke jiyînê ye. Bi hezaran qurbanî, malbatên koçber, û guherînên demografîk di bin sîbera bêqanûniya ewlehiyê de, hesteke kûr a bêparastiniyê çandiye, bi taybetî di nav Elewiyan de, yên ku ji nişka ve xwe li ber pêlên tundrewiya olî û gotareke kînê ya ku ji hêla desthilatdariya Termîdoryan (Thermidorian) ve hatiye geşkirin, dîtin. Ev yek di nav nebûna parastineke rastîn û hevkariyeke eşkere de di handan û sûdwergirtina siyasî de pêş dikeve. Ev guherîn ne bû sedema vekirina tu asoyên dadperweriya veguhêz; berevajî vê, dînamîkên tolhildanê di nav bingeha rejîmê de—di nav “raya giştî ya nizm” (rabble) de—teqandin, ku li hedefek hêsan digerin: civakeke tevahî ku wekî “dijminê hundirîn” ji vî girseyê dejenere re tê nîşandan.
Di vê çarçoveyê de, agahiyên derbarê Zindana Saydnaya û Nexweşxaneya Leşkerî ya Tîşrînê de, roleke navendî lîstin di mezinkirina nîqaşên îxanetê û “tekfîrê” (kafirkirinê) li dijî Elewiyan. Li şûna ku ev materyal wekî xaleke destpêkê ji bo hesabpirsîna ji pergala tepisandinê ya berê û saziyên wê werin bikaranîn, di nav gotareke hestyarî û hêrsbûyî de hatin belavkirin ku berpirsiyariyê dadixe asta nasnameya mezhebî û qurbaniyan vediguherîne tawanbarên komkî. Pirs êdî ne ev e: kê tawan kirin? Lê belê: kê endamê wê komê ye ku gumanbarê sereke tê hesibandin?
Xetereya vê rêyê ne tenê di çêkirina gefeke rasterast li ser Elewiyan de dimîne; ew di heman demê de sivikayî ye bi bîranîna qurbaniyan û malbatên wan, bi rêya jêbirina rastiya kesane ya her tawankariyê û veguherandina wê bo amûreke seferberiyê li dijî beşekî berfireh ji nifûsê—Elewî li ku bin. Di vê wateyê de, ne tenê giştîkirin (te’mîm) pêş dikeve, lê daxwaza dadperweriyê bi xwe tê valakirin, û li şûna wê gotarek tê danîn ku xizmeta ji nû ve bi cih bûnê (repositioning) ya desthilatdariya serdest dike, ya ku dudilî nebûye di avakirina têkîlî û hevkariyan bi kesayet û tawanbarên qonaxa berê re. Li vir, dadperwerî û hesabpirsîn êdî ne armanc in, lê amûr in; rabirdû dibe materyalek ji bo ji nû ve hilberandina kontrolê bi rêya mekanîzmayên nû yên tepisandinê û serdestiyê, li şûna ku were hilweşandin.
Ev şemitîna ji hesabpirsînê ber bi giştîkirinê ve ne tesadufî ye; ew lihevhatina berjewendiyên gelek hêzan nîşan dide: desthilatdariyeke Termîdoryan ku dixwaze serdestiya xwe li ser civakê xurt bike û tevgera bingeha xwe birêve bibe; hêzên opozîsyonê yên ku nekarin projeyek siyasî ya yekbûyî û berxwedêr pêşkêş bikin; û komên çekdar ên mezhebî û mîrên şer ên ku bi desthilatdariyê re li hev hatine, yên ku di gotara mezhebî de amûreke bandor ya seferberiyê dibînin. Di nav vê lihevhatinê de, dubendiya civakî wekî avahiyek siyasî û civakî tê hilberandin, ne tenê wekî encameke şer.
Tiştê ku vê dînamîkê xetertir dike, aliyê madî ye. Sûriyeya îro—û bi taybetî berav—ne tenê qadeke tirs û tirsandinê ye, lê her wiha qada daketineke aborî ya dijwar e ku bandorê li beşên berfireh ên nifûsê dike: bêkariya bilind, kêmbûna xizmetguzariyan û kêmkirina derfetan. Lê ev xirabûn bi awayekî bêalî nayê dabeşkirin; ew bi xetên şikestinê yên mezhebî re digihêje hev, û hêrsa giştî ber bi “yê din” ve dibe, li şûna ku ber bi saziyên ku berpirsiyarê vê rewşê ne. Li vir, tepisandina aborî û handana mezhebî digihêjin hev ji bo avakirina xelekeke girtî ya şîdeta sembolîk û madî.
Alyê herî xeternak ê vê kêliyê ew e ku tirs bi xwe dibe amûreke rêxistinkirina siyasî û civakî. Dema ku komek bi tirsa tunekirinê (qirkirinê) tê birêvebirin, ew vedikişe û baweriya xwe bi her asoyekî hevpar winda dike; dema ku komek din wekî tawanbarê komkî tê nîşandan, şîdeta li dijî wê dibe rewa. Di navbera van her du cemotan de, naveroka civakî û çînî ya têkoşînê tê valakirin û bi awayên ku têkîliyên serdestiyê yên heyî diparêzin, tê guhertin.
Şikandina vê xelekê ne bi bangên giştî yên lihevkirinê an aramiyê dibe, lê bi vegerandina pevçûnê ber bi asta wê ya rastîn: têkoşîna li ser desthilatdariyê, li ser şêwazê dewletê, û li ser dabeşkirina dewlemendî û çavkaniyan. Dadperwerî li vir ne dirûşmeke exlaqî ye, lê mercekî siyasî ye; ew bi cezayê komkî pêk nayê, lê bi hesabpirsîneke zelal a kesane ya ku wan kesên ku bi rastî di tawanan de cîh girtine dike hedef, bêyî ku li pozîsyon an girêdayîbûna wan werin nêrîn.
Îro, berava Sûriyeyê li ser xaçerêyeke diyarker rawestiyaye: an xurtkirina dubendiya mezhebî û etnîkî wekî rastiyek herdemî, an jî vekirina asoyekî siyasî yê nû ku ji mantiqa “dijminê hundirîn” û nasnameyen komî yên girtî derbas dibe, û dadperweriyê bi rizgariyê re, li şûna nasnameyê bi cezakirinê re, girê dide. Di vê hevokê de, nabe ku qurbanî û tawanbar bibin yek. Peywira zelal ev e: em li gel qurbaniyên şîdeta borî û niha bisekinin, û li dijî hemû kesên ku mercên tawanê ji nû ve hilberandine—bêyî ku ew li ku derê bisekinin.
Ji hêla Desteya Edîtoran a Frontline ve hatiye amadekirin.




