
Beden wekî Qada Siyasî
Beden (cejn) a jinê ne qadeke taybet a bêalî ye; her dem mijara rêxistinbûna siyasî û têkoşîna ji bo desthilatdariyê ye. Li ku derê rejîmeke siyasî sînorên desthilatdariya xwe ji nû ve xêz bike, jin xwe di nav şerekî de dibîne ku wê nebijartiye. Ji bo fêmkirina rewşa Sûriyê di qonaxa wê ya îro de, em konsepta «Termîdor» bi kar tînin — ew qonaxa ku tê de şoreş di destpêkê de tê fetisandin û çavkanî ji bo berjewendiya hevalbendiyên nû yên paşveçûn (muhafizekar) tên dabeşkirin, tevî ku qalikek ji gotarên azadîxwaz dimîne. Termîdor bi rêya hilberandina neheqiyên kevin û bikaranîna bedena jinê wekî sembola “rûmeta komî” û kaxezeke bazarê, xwe bi hêz dike. Tiştê ku îro li Sûriyê diqewime vê çarçoveya analîzê dixwaze. Desthilatdarî tenê bi rêya şîdeta aşkere nayê meşandin, lê bi rêya sîstemeke ji kiryarên gotarî, saziyî û qanûnî ku hiyerarşiya zayendî bi şêwazên ku wekî «xwezayî» an «bi dînî rewa» tên nîşandan, ji nû ve hildiberîne.
Erdnîgariya Revandinê: Ji Sûc ber bi Stratejiyê ve
Binavkirina bûyerên revandina jinan wekî «tevlîheviya ewlehiyê» şaşiyeke siyasî ya rehet e; ji ber ku desthilatdariyê ji berpirsyariyê rizgar dike û mijarê dixe qada «sûcê» ku dikare were çareserkirin. Lê şêwazên hedefgirtina erdnîgarî û mezhebî, dubarebûna bûyeran û nebûna şopandina dadwerî — hemû nîşan didin ku ev planeke pergalî (sîstematîk) ye. Erdnîgarî şêwazekî nîşander derdixe pêş: Jinên li Peravê (Sahil) û Homsê pêşî hatin hedefgirtin wekî nûnerên civakên ku di qada siyasî de winda kirine, piştre çember fireh bû û Şam û Heleb jî girtin nav xwe. Ev berfirehbûna gav bi gav di wêjeya rejîmên dîktator de tê naskirin: Destpêkirina bi komên bindest (marjînal) ji bo ceribandina reaksiyonan, piştre berfirehkirin dema ku bêdengî rewşa «bêcezakirinê» ava dike. Ev şîdet li ser bingeha çînî ye: Jinên ku di qada giştî de têne revandin an têne çewsandin, piranî ji çînên xizan û bindest in ku tu parastin an bandora wan tune ye. Termîdor li vir bêkariya jinan ji nû ve hildiberîne da ku jinan neçar bike ku vegerin bin sîwana girêdayîbûna aborî ya mutleq a mêr, ku ev yek rê li ber desthilatdariyê vedike ku civakê wekî «keriyekî» xizan û bindest birêve bibe.
Dava Mezhebî û Dînamîka Bêdengiyê
Nîşandana revandina jinên kêmneteweyan (aqaliyet) wekî «tola dîrokî» ne tenê qurbaniyan hedef digire; lê pîvanên piştgiriya civakî di nav komên din de jî xira dike. Civakên ku li hember destdirêjiya li ser jinên «yên din» bêdeng dimînin, piştre xwe dibînin ku nikarin parastina jinên xwe bikin. Rejîmên dîktator hewl didin rastiyê ji nû ve pênase bikin bi rêya belavkirina çîrokên alternatîf ku bêdengiyê belav dikin û nerazîbûnê ceza dikin, wekî di rewşa Mey Selûm, Mîra Thabit û niha Betûl Elûş de. Li Sûriyê, medyayên ser bi desthilatdariyê ve şeqên mezhebî bi kar anîn da ku piştgiriya civakî parçe bikin, û bi vî rengî bînerên ku «dibînin lê nabin şahid» afirandin.
«Mala Xuşkan» — Gûlag wekî Amûra Endezyariya Civakî
Hebûna saziyên ku jinan di bin navên olî de digirin, bi taybetî «Mala Xuşkan» ku di doza Betûl de derket pêş, nîşaneya herî girîng a ji nû ve avakirina civakê ye. Ger ev rast be ku saziyên olî yên girêdayî desthilatdariyê wan birêve dibin, û fonksiyona wan «ji nû ve proprogramkirina» girtiyan e ji bo zewaca bi zorê bi çekdarên koman re — ev mînaka herî zelal a saziya dîsîplînê ye ku ne bi cezakirina aşkere, lê bi rêya «asayîkirina» (normalîzekirin) nasnameyê kar dike. Metirsiya herî mezin ne tenê şertên giran in, lê fonksiyona binyadî ye: Qutkirina jinan ji torên piştgiriyê, dûrxistina wan ji malbat û civakê, û xistina wan nav sîstemeke bindestiyê. Ev e tiştê ku dikare wekî «Saziya Giştî» (Total Institution) were binavkirin — qadên ku bi rêya kontrolkirina mutleq a dem, cih û têkiliyan, kesayetiya mirov ji nû ve ava dikin. Ev şêwaz di dema DAIŞ’ê de jî derketibûn holê. Berdewamiya van saziyan îspat dike ku Termîdor hemû destkeftiyên medenî û azadîxwaz ên jinan û civakê didize.
Qada Giştî û Dabeşkirina Bêkariyê
Dema ku kolan ji bo jinan dibe «herêma metirsîdar», keç ji zanîngehan vedikişin ji tirsa revandinê, û cilûbergên taybet tên ferzkirin — em li hember dabeşkirina pergalî ya qada giştî ne. Desthilatdarî ne hewce ye ku jinan bi biryarên fermî qedexe bike; bes e ku avhewayeke tirsê ava bike ku «bijartina» dildarî ya vekişînê aqilmend nîşan bide. Encama vê, valakirina saziyên perwerdehî, aborî û siyasî ji hebûna jinan e, lê bêyî şopeke qanûnî ya sûcdar. Qada giştî ya vala ji jinan, «cihan» ava dike ji bo xistina çekdarên koman nav aboriya nefermî. Dûrkirina jinan ji bazara kar, çavkaniyan ji bo berjewendiya hevalbendên taybet dabeş dike û girêdayîbûna aborî ya ku hêza mêr di nav malbatê de xurt dike, ava dike. Bi vî rengî, «dabeşkirina bêkariyê» xizmeta afirandina «artêşa yedek» a mêrên dilsozên desthilatdariyê dike, û malbatê dike yekîneya bindestiya aborî ya mutleq a li hember mêrê şerker, ku ev yek kapîtalîzm û civaka baviksalar bi hev re xurt dike.
Dadgeh wekî Makîneya Desthilatdariyê
Dibe ku nîşaneya herî tûj biryarên dadgehan bin. Dema ku qurbaniyên destdirêjiyê (tecewiz) bi tohmetên exlaqî tên darizandin li şûna sûcdaran, wekî di doza zaroka bi navê Zeyneb Sedam an qurbana bi navê Hîba Mewid, ev ne kêmasiya dadperweriyê ye, lê nîşandana mantiqê wê yê rastîn e. «Dadgeha Şerîetê» dema ku ji bavekî dipirse «tu ji kîjan mezhebî yî» berî ku li giliya wî binêre, ew ne olê pêk tîne, lê dabeşkirina mezhebî (tasnîf) dike. Dema ku li şûna sûcdar, qurbanî tê darizandin, qanûn peyamekê dide: Gilîkirin dê li dijî we were bikaranîn. Bandora herî kûr ew e ku jê re tê gotin «tirsa qanûnî»: Dema jin bizanibin ku serîlêdana dadgehê dibe ku bibe sedema tohmetên nû, giliyan paşve dikişînin û ev bêdengî wekî belgeya «nebûna sûc» tê nîşandan.
Termîdora Sûrî û Berdewamiya Binyadî
Dema em serdema Esed û Colanî bidin ber hev, şêwazekî hevpar derdikeve pêş: Her du jî civakê bi rêya tirsa zayendî (jinsî) birêve dibin da ku îtaetê biafirînin. Rejîma Esed destdirêjî wekî amûreke siyasî ya rasterast bi kar anî, desthilatdariya îro jî tirsa revandinê bi kar tîne da ku dilsoziya şerkeran misoger bike bi rêya «dayîna» desthilatdariya li ser qada jinan. Di dema ku rejîma Esed şîdeta zayendî «neteweyî» kiribû (tenê di destê îstîxbaratê de bû), desthilatdariya Termîdor a HTS’ê vê şîdetê «taybet» (privatize) dike; bi rêya dayîna mafê şerker an komê ku qada giştî dagir bike û jinan birevîne, ku ev «kapîtalîzma şîdetê» ava dike ku «toza mirovî» (çîna herî jêr a dilsozê desthilatdariyê) tê de beşdar dibe. Ev berdewamî îdiayên «guherîna kalîteyî» pûç dike. Nîşaneya rastîn ne gotar in, lê kiryar in: Kî xwediyê mafê cezakirinê ye? Kî xwediyê parêzbendiyê ye? Û bedena jinê çawa tê birêvebirin?
Encam
Ger dûrkirina jinan ji qada giştî pêvajoyeke pergalî be, vegirtina (stendina) vê qadê dibe têkoşîneke siyasî ya navendî. Ev berî her tiştî şikandina wan çîrokan dixwaze ku şîdeta zayendî asayî dikin û wekî «tola dîrokî» an «olî» nîşan didin. Divê em navê wê rast bikin: Ev sûcekî siyasî ye ku hemû qada civakî hedef digire. Ji bo hemû kesên ku difikirin bi bêdengiya xwe mala xwe diparêzin: Hûn di xeyalekê de dijîn. Dema «qanûna xwepêşandanê» mafê qîrînê ji te bistîne, û bêdengiya te parastina keça te ji «revanderekî» bi cilên fermî asteng bike, tu jixwe ji aliyê siyasî ve mirî yî. Têkoşîna îro vegirtina «qada giştî» ye. An em ê dîwarên «Mala Xuşkan» hilweşînin û derewên wê aşkere bikin bi rêya «avakirin û birêxistinkirina komîteyên berxwedanê yên gel û jinan ên serbixwe», an jî em ê hemû li benda dora xwe ya di «girtîgeha mezin» de bimînin ku niha li ser xirbeyên xeyalên me yên azadiyê tê avakirin.
Desteya Redaksiyonê
