Xiyas Neîse
Destpêk
Di 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an de, hilweşîna rejîma xunteya malbata Esed bi operasyoneke leşkerî ya bilez ku ji 11 rojan derbas nebû, hate ragihandin. Di wan rojan de bi rastî şerên leşkerî yên mezin çênebûn; berovajî vê, artêş, dezgehên ewlehiyê û hemû saziyên rejîma berê bi xwe helîyan û winda bûn, hê berî ku fraksiyonên îslamî yên çekdar ên ji bajarê Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyeyê hatin bigihêjin paytext Şamê.
Li serê fraksiyonên çekdar ên ku desthilatdarî li Şamê girtin dest, Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) heye, ku yek ji fraksiyonên îslamî yên herî bi dîsîplîn û bi tecrûbe ye. Li ser wê jî komek komên din ên selefî-cîhadî yên pê ve girêdayî û grûpên şervanan ji tiştê ku jê re “Artêşa Neteweyî” ya girêdayî Tirkiyeyê tê gotin, zêde dibin.
Ev operasyona leşkerî ji operasyoneke hilweşandina rejîma xunteyê ya berê bêtir, nêzîkî dagirtina valahiya ku hilweşîna giştî ya wê rejîmê li dû xwe hiştibû bû.
Hema ku desthilatdariya nû ket Şamê, di rojên pêşîn de derket û ragihand ku hilweşîna rejîma berê tê wê wateyê ku şoreş qediya û dema avakirina dewletê hatiye.
Girseyên berfireh li seranserê Sûriyeyê derketin kolanan û bi hilweşîna rejîmeke malbatî, bav û kur, a sûcdar û zordar şa bûn; rejîmeke ku zêdetirî pênc dehsalan bû sedema felaketên bêhempa yên kuştin, komkujî, wêranî û xerabiyê li dijî gelê Sûriyeyê.
Li hember vê bûyera mezin, ango hilweşîna rejîma xunteya Esed, û gelekan ku ji toza wê çav lê nexuya bûn, hejmareke mezin ji rewşenbîr û hêzên siyasî ketin pêşbaziyê ku bi dengê bilind biqîrin û îddîa bikin ku ya qewimî serkeftina şoreşa gelêrî ya ku di 2011an de dest pê kiribû ye, û ku desthilatdariya nû ew hêzên şoreşger in ku ev serkeftin bi dest xistine û di salên borî de meşaleya şoreşê hilgirtine.
Paralelî vê pêla dalqebûn û piştgiriya desthilatdariyekê ku hê xweza û niyetên wê nehatibûn zanîn, li nav beşek ji girseyan û rewşenbîrên lîberal û çepên lîberalbûyî, desthilatdariya nû di hefteya xwe ya yekem de rûyê xwe nîşan da: wê dawîhatina şoreşê ragihand, û her wiha ragihand ku dê li Sûriyeyê “aboriya bazara azad” ava bike û wê bike beşek ji sîstema kapîtalîst a cîhanî, li şûna siyasetên aborî yên kapîtalîst ên rejîma Esed a hilweşiyayî, ku tê de xunteya desthilatdar rola kapîtalîstê herî mezin ê welêt bi tenê ji xwe re girtibû.
Herdu ramanên bingehîn ên ku desthilatdariya nû ji rojên pêşîn ên hatina xwe ya ser desthilatê ve pêş xistin, ango “şoreş qediya û dema aboriya bazara azad û tevlîbûna sîstema kapîtalîst a cîhanî hat”, kêm-zêde nêzîkî wê yekê ne ku me li welatên din dîtiye: siyasetên desthilatdariyên ku piştî şoreş û serhildanên têkçûyî an jibarçûyî hatin ser hukim, wek şoreşên Ewropaya Rojhilat piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, û hejmareke din ji welatên Amerîkaya Latîn û Afrîkayê, Kamboçya, Laos, Îran û welatên din.
Di van rewşan de, ku mirov dikare çarçove û encamên her yekê, helbet li gorî şert û mercên taybet ên her welatî, fêm bike, mirov dikare xwe bispêre teoriya şoreşa ji rê derketî (deflected permanent revolution) ya ku Tony Cliff pêş xistiye1. Ev teorî bi rêjeyeke mezin alîkarî kir ku were ravekirin ka çawa paşveçûn an têkçûna hêzên şoreşger ên karker di pêvajoyên şoreşê de rê li ber derketina rola pêşeng a beşên burjuvaziya biçûk û navîn vedike, ku desthilatê dixin destê xwe û şêweyên cuda yên kapîtalîzma dewletê ava dikin. Ev yek di hemû ezmûnên şoreşgerî yên jibarçûyî de heta salên heftêyî yên sedsala borî pir zelal bû.
Lê guherînên neolîberal ên ku di sîstema kapîtalîst a cîhanî ya di nav krîzê de qewimîn, nîşan dan ku ezmûnên bi vî rengî yên şoreşên jibarçûyî, an piraniya wan, ji salên heştêyî vir ve ne bi neçarî bûne sedema avabûna kapîtalîzma dewletê wek berê. Berovajî vê, yên ku di çarçoveya pêvajoyên şoreşgerî yên gelêrî yên bi rêyeke ziktezikî de, li ser bingeha têkçûn an lawazbûna hêzên wan ên şoreşger, gihîştin desthilatê, elîtên burjuvaziya biçûk û navîn bûn ku bi dînamîkên şoreşa gelêrî ya resen re qut kirin û/an beşdarî tefandina wê bûn. Digel vê yekê jî, gava desthilat girtin, wan çîroka “şoreşê” ji xwe re qorix kir, ji bo avakirina sîstemeke siyasî ya xwe xebitîn, û bi tu awayî tu tawîzên demokratîk nedan heta ku ew piştî têkoşîneke siyasî û civakî ya girseyî li dijî wan ji destê wan hatin standin. Ji bilî vê, ev desthilatdariyên piştî hilweşîna dîktatoriyê bi lez û bez aboriya welatên xwe ji bo bazara kapîtalîst a cîhanî vekirin û siyasetên neolîberal li ser gelên xwe ferz kirin. Ev e ya ku me ber bi binavkirina wan wek “termîdorî” ve dibe.
Ya ku em dixwazin li vir bibêjin, û di ezmûnên şoreşên hevdem de dubare bûye, ev e: hilweşîna dîktatoriyan ne bi neçarî tê wateya ketina qonaxeke “veguhestina demokratîk” wek ku navendên lêkolînê yên rojavayî û lîberal propaganda wê dikin, ji bilî wê rêjeyê ku hêzên şoreşger ên siyasî û civakî (karker û kedkar) bibin hêzên pêşeng ên vê pêvajoyê.
Hilweşîna dîktatoriyan ne bi neçarî tê wateya ketina qonaxeke «veguhestina demokratîk»
Jêgirtin: Rewta Çepa Şoreşger li Sûriyeyê
Ji teqîna şoreşa gelêrî heta têkçûna wê

Wêne: Wikimedia Commons.
Şoreşa gelêrî ya Sûriyeyê di nîvê Adara 2011an de wek protestoyeke girseyî ya siyasî û civakî li dijî rejîma xunteya malbata Esed teqiya, ku gelê Sûriyeyê perçiqandibû û feqîr kiribû. Ji bo ku şirove dirêj nebe, mirov dikare malpera Rewta Çepa Şoreşger, ku di nav agirê şoreşa 2011an de hate avakirin, bişopîne da ku li analîzên me yên li ser xweza û rêwîtiya şoreşa gelêrî heta îro binêre (mirov dikare li gotarên me yên li ser xweza, kok û pêşketina şoreşê vegere, bi destpêka gotara “Şoreşeke berdewam 2011”, bi lînka di lîsteya çavkaniyan de2).
Lê hovîtiya rejîma hilweşiyayî, nebûna serkirdatiyeke şoreşger a bi tecrûbe, û destwerdan û pêşbaziya hêzên emperyalîst û herêmî bûn sedema têkçûna şoreşa gelêrî ya ku azadî, dad, wekhevî û rûmet dixwest.
Di navbera 2012 û 2013an de, bi derbasbûna şoreşê bo qonaxa çekdariyê, dîmena giştî li Sûriyeyê wiha xuya bû: serdestiya fraksiyonên çekdar ên xwecihî bi navê “Artêşa Azad” ku çekên wan kêm bûn, li hember zêdebûna bandora fraksiyonên selefî-cîhadî yên ku baş çekdar û fînanse kirî bûn.
Di rêwîtiya hilweşîna şoreşa Sûriyeyê û têkçûna hêzên şoreşger de, şerê çekdarî êdî ne tenê berxwedana li dijî rejîma Esed bû; berovajî vê, piraniya wê di navbera fraksiyonên opozîsyona çekdar ên navborî de bû, ku şerê çekdarî di navbera wan de li ser kontrol, bandor û çavkaniyan germ bû. Yekem qurbanên vî şerî, ku hatin perçiqandin, fraksiyonên Artêşa Azad bûn ku di refên xwe de sivîl, leşker û efserên ji rejîma Esed veqetiyayî dihewandin.
Di dema tefandina Artêşa Azad ji aliyê fraksiyonên cîhadî ve û piştî wê, şerekî tasfiyeyê yê xwînî û germ di navbera fraksiyonên îslamî-cîhadî bi xwe de dest pê kir. Tevgera gelêrî paşve çû û paşê vemirî, û bi vî awayî têkçûna şoreşê ragihand, bi ferzkirina serdestiya DAIŞê û fraksiyonên cîhadî li ser piraniya herêmên Sûriyeyê yên li derveyî kontrola rejîma xunteyê.
Şêweya herî qirêj a hêzên dijeşoreşê di rêxistina DAIŞê ya bi xisleta faşîst de, di nîvê duyem ê 2013an de, derket holê. Vê rêxistina faşîst di salên 2013 û 2014an de tiştê ku ji hêzên şoreşa gelêrî yên sivîl û leşkerî mabû qedand.
Ev rêxistina faşîst belav bû û qadên berfireh ên Sûriye û Iraqê kontrol kirin, her kesê ku hewl da li hember wê raweste perçiqand, heta ku gihîşt bajarê Kobanî/Eyn El-Ereb û di 13ê Îlona 2014an de hewl da wê dagir bike. Li wir rûbirûyî berxwedana qehremanî ya kurdî bû, ku yekem têkçûna giran da wê û bû xala destpêka paşveçûn û têkçûna DAIŞê.
Lê berfirehbûna êrişên DAIŞê heta bajarê Kobanî ji bo Dewletên Yekbûyî bû hincet ku hevpeymaniyeke navneteweyî ji bo şerê li dijî DAIŞê ava bike û rasterast bi leşkerî destwerdanê li Sûriyeyê bike. Bi vî awayî, hinceta şerê li dijî DAIŞê û “terorê” ji bo dewletên emperyalîst bû hincet ku bi leşkerî destwerdanê li welatê me bikin.
Li hember vê, salek şûnde Rûsyayê jî destwerdana xwe ya leşkerî ya rasterast û eşkere li Sûriyeyê ji bo piştgiriya rejîma desthilatdar û “li dijî terorê” ragihand. Gelek dem derbas nebû ku Tirkiyeyê jî di 24ê Tebaxa 2016an de bi hincetên şerê li dijî DAIŞê û “terorê”, ku mebesta Tirkiyeyê jê tevgera kurdî ya li Sûriyeyê bû, rasterast bi leşkerî destwerdan li Sûriyeyê kir. Piştî wê gelek êriş hatin kirin û Tirkiyeyê di 2018 û 2019an de axeke zêdetir a Sûriyeyê dagir kir.
Ji bo ku wêne bi tevahî temam bibe, divê em zelal bikin ku Îran û mîlîsên girêdayî wê jî zû destwerdan kirin da ku piştgiriya rejîma Esed bikin. Lê stratejiya dagirkeriya Îsraîlî ji destpêka şoreşê ve bû, û hê jî ev e, ku kapasîteyên leşkerî, aborî û siyasî yên Sûriyeyê lawaz bike, kî dibe bila bibe desthilatdarê wê. Bi vî awayî Sûriye rasterast bû qada şer û pêşbaziya dewletên emperyalîst û herêmî.
Pêşbaziya emperyalîst

Wêne: Wikimedia Commons.
Ji bo birêxistinkirina pêşbaziya dewletên emperyalîst li Sûriyeyê û pêşîgirtina li pevçûna wan a leşkerî, çend lihevkirin di navbera Dewletên Yekbûyî û Rûsyayê de çêbûn, ku bakurê rojhilatê Sûriyeyê kirin herêma hebûna leşkerî ya ya yekem, herêmên rejîma Esed di serî de di bin çavdêriya Rûsyayê û Îranê de man, û herêmên bakurê rojavayê Sûriyeyê di bin bandora Tirkiyeyê de man. Her wiha lihevkirineke neragihandî di navbera Rûsya û Îsraîlê de hebû ku destûr dida ya duyem ku li Sûriyeyê li Hizbullah, Îran û mîlîsên wê bixe.
Van lihevkirinên di navbera dewletên emperyalîst de rê li ber îmzekirina peymana “kêmkirina gurbûnê” vekir, piştî civîna Astanayê di destpêka Gulana 2017an de di navbera Tirkiye, Îran û Rûsyayê de. Wan herêmên bandorê di navbera xwe de parve kirin û rêveberiya wekîlên xwe yên sûrî bi hev re hevaheng kirin.
Yek ji encamên peymanên Astanayê koçberkirina bi zorê ya bi hezaran şervanên opozîsyonê û malbatên wan bû, ku tedbîrên “lihevhatinê” bi rejîma Esed re li başûrê Sûriyeyê, gundewarên Şamê, navenda Sûriyeyê û Helebê red kiribûn. Ew bo Idlib û gundewarên wê hatin şandin, û ev herêm bi leşkerî, siyasî û aborî bi temamî bi Tirkiyeyê ve girêdayî bû.
Her çend şerê fraksiyonên îslamî yên çekdar li bakurê Sûriyeyê li ser serdestî û bandorê di navbera xwe de qet ranewestiya jî, ew di bin kontrola dewleta tirk de man. Rewşa Heyet Tehrîr El-Şam a ku gihîşt desthilatê jî ev bû.
Bi parvekirina herêmên kontrolê di navbera dewletên emperyalîst de, bi taybetî ji 2019an vir ve, dabeşbûna Sûriyeyê bo herêmên desthilatdariyên “fermana heyî” (de facto) yên ku amûrên wan ên hukûmî hebûn xurt bû: li bakurê rojhilatê Sûriyeyê Rêveberiya Xweser; li herêmên dagirkeriya tirk “Hukûmeta Demkî” ya girêdayî Koalîsyona Neteweyî; li herêmên Idlibê “Hukûmeta Rizgariyê” ya girêdayî HTŞê. Nêzîkî 60% ji axa Sûriyeyê ya mayî jî di bin kontrola rejîma Esed de bû.
Di her yek ji van herêman de girseyên Sûriyeyê di bin desthilatdariyeke siyasî û şert û mercên civakî, aborî û çandî yên cuda de dijiyan, ku heta radeyekê ji herêmên din qut bûn.
“Hukûmeta Demkî” ya girêdayî Koalîsyonê saziyeke vala û têkçûyî bû, ji ber ku di hemû waran de bi temamî bi dagirkeriya tirk ve girêdayî bû; dewleta tirk rasterast ew birêve dibir. Lê Rêveberiya Xweser, Hukûmeta Rizgariyê û hukûmeta rejîma xunteya Esed, her yek xwedî qadeke cuda ya serxwebûna biryarê bûn, her çend Rêveberiya Xweser bi wê yekê ji herduyan cuda dibû ku projeyeke wê ya siyasî ya demokratîk, ne-mezhebî, ne-şovenîst û civakî hebû.
Di warê têkiliyên aborî de, aboriya Rêveberiya Xweser, ku heta radeyeke mezin aboriyeke azad e, bi dolarê û bi têkiliyên danûstandinê bi Herêma Kurdistana Iraqê re û her wiha bi herêmên din ên Sûriyeyê yên di bin desthilatdariyên din ên “fermana heyî” de ve girêdayî ye.
Li hember vê, Hukûmeta Rizgariyê li ser aboriya azad ava bûbû û bi awayekî organîk bi aboriya tirk ve girêdayî bû. Wê hin danûstandin bi herêmên din ên Sûriyeyê re dikir û girîngiyeke mezin dida dahatên deriyên sînor, ku bûn sedema şerên dijwar di navbera fraksiyonên îslamî yên ji rêbazên cuda de. Di heman demê de rejîma Esed, ji herêmên din bêtir, ji xirabûneke tûj a aboriya xwe dikişand, ji ber siyaseta talana bêsînor a ku xunteya desthilatdar meşand, encamên cezayên aborî yên li ser wê û sembolên wê, lawaziya aborî ya domdar a hevpeymanên wê, û guherînên pirjimar ên ku danûstandinên wê yên aborî bi herêmên din ên Sûriyeyê yên ji kontrola wê derketî re, bi şerên bi wan re, rûbirûyî wan dibûn.
Heyet Tehrîr El-Şam
HTŞ yek ji nêzîkî hezar komên îslamî yên çekdar ên ji baweriyên îdeolojîk ên cuda bû, ku bi derbasbûna şoreşa Sûriyeyê bo çekdariyê di dawiya 2011an de, û bi awayekî berçavtir di 2012an de, çalak bûn. Ev yek bi paşveçûna rola saziyên şoreşger ên ku ji jêr ve derketibûn, wek komîteyên hevahengiyê (tensîqiyat) û meclîsên sivîl, re hevdem bû. Derketina van fraksiyonên îslamî yên çekdar, ku piraniya wan selefî-cîhadî bûn, hem encam û hem jî sedema paşveçûna tevgera şoreşgerî ya gelêrî bû.
Di warê leşkerî de, van fraksiyonên îslamî-cîhadî piştgiriyeke herêmî û navneteweyî ya mezin (dewletî û nedewletî) wergirt, ku Artêşa Azad a Sûriyeyê qet negirtibû; ew artêşa ku derbirîna mirovên asayî û leşkerên veqetiyayî bû, yên ku ji bo parastina xwe û malbatên xwe çek hilgirtibûn.
Pevçûnên çekdarî ne tenê di navbera wan û hêzên rejîma Esed de bûn; berovajî vê, yên herî dijwar şerên di navbera wan bi xwe de li ser bandor, kontrol û çavkaniyên pereyan bûn, di bin perdeyeke fiqhî ya tundrew de ji bo rewakirina komkujiyên ku wan kirin. Qurbana yekem a van fraksiyonên îslamî yên tundrew Artêşa Azad a Sûriyeyê bû, ku heta 2014an hema hema winda bû.
Di nav hemû van fraksiyonên îslamî yên tundrew de, Eniya El-Nusra, ku dema di 2012an de hate ragihandin girêdayî “Dewleta Îslamî ya li Iraqê” bû, û ew rêxistin e ku gelek caran nav û dilsoziya xwe guhert heta ku bû Heyet Tehrîr El-Şam, bi du taybetmendiyên bingehîn ji fraksiyonên din cuda dibû: ya yekem wêrekî û bi giştî dîsîplîna endamên wê, û ya duyem “pragmatîzma herî tund” a serkirdatiya wê.
Her çend Eniya El-Nusra yek ji hêzên dijeşoreşê bû jî, ji gelek qonaxan derbas bû da ku xwe li gorî rastiyên erdê biguncîne, wêne û navdariya xwe baştir bike û bandora xwe zêde bike. Ew ji qonaxa şerê li dijî hêzên şoreşger û Artêşa Azad û çirandin û pêpelîkirina ala şoreşê derbasî qonaxekê bû ku tê de çîrokeke mezhebî ya şoreşê pejirand û ala şoreşê li kêleka alên xwe yên selefî-cîhadî bilind kir.
Qonaxa yekem, di navbera 2012 û 2013an de: Eniya El-Nusra wek fraksiyoneke cîhadî ya ku bi rêxistinî, leşkerî û fînansî bi “Dewleta Îslamî ya li Iraqê” ve girêdayî bû çalak bû.
Qonaxa duyem, di navbera 2013 û 2016an de: veqetîna Eniya El-Nusra ji “Dewleta Îslamî ya li Iraqê”, ku di 2013an de bû “Dewleta Îslamî ya li Iraq û Şamê” (DAIŞ). Eniya El-Nusra ji vê projeyê veqetiya û dilsoziya xwe ji rêxistina terorîst El-Qaîde re ragihand.
Qonaxa sêyem, di navbera 2016 û 2017an de: Eniya El-Nusra, di hewldanekê de ji bo xilasbûna ji mohra terorê ya ji ber girêdana wê bi El-Qaîdeyê, bi rûkenî qutkirina têkiliyên xwe bi El-Qaîdeyê re ragihand, hevpeymaniyek, an rasttir tevlîkirina, fraksiyonên din ên xwecihî pêk anî û navê xwe ji Eniya El-Nusra kir “Eniya Fetha Şamê”.
Qonaxa çarem, ji 2017an heta hilweşîna rejîma Esed: Eniya Fetha Şamê bi fermî ji El-Qaîdeyê veqetiya û bi fraksiyonên din ên îslamî re bi navê “Heyet Tehrîr El-Şam” yek bû.
Ji dema veqetîna xwe ya fermî ya îdeolojîk û rêxistinî ji El-Qaîdeyê di 2017an de, HTŞê operasyonên xwe di nav sînorên Sûriyeyê de sînordar kirin, ku ev tê wateya dev jê berdana ramana “cîhada cîhanî” ya ku li nav fraksiyonên din ên selefî-cîhadî, bi taybetî DAIŞê, belav bû.
Di hewldana xwe de ji bo serdestiya li ser fraksiyonên din û berfirehkirina qada kontrola xwe, HTŞ xwe spart stratejiyeke leşkerî ya li ser bingeha tefandin an lawazkirin û belavkirina fraksiyonên din ên îslamî yên çekdar, bi armanca tevlîkirin an daqurtandina wan li herêmên Idlib û rojhilatê Helebê; ew herêmên ku li derveyî kontrola rejîma Esed bûn û van fraksiyonên îslamî bandor tê de parve dikirin.
HTŞê stratejiya xwe ya ferzkirina serdestiyê pêk anî, wek ku bi Ehrar El-Şam, Suqûr El-Şam, Liwa El-Tewhîd, Tevgera Nûreddîn El-Zengî, Liwa El-Heq, Eniya Ensar El-Dîn, Ceyş El-Sunne û yên din re qewimî. Her carê wê her fraksiyoneke îslamî ya çekdar a ku serî jê re netewand tefand, û bi vî awayî desthilat û bandora xwe li ser van herêman û li ser fraksiyonên çekdar ên xwecihî yên mayî parast.
Bi saya desthilata xwe, HTŞ serkeftî bû ku kontrola xwe li ser piraniya parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyeyê belav bike û ji Mijdara 2017an ve bi rêya tiştê ku jê re “Hukûmeta Rizgariyê” hate gotin wê birêve bibe, di bin dirûşma ku ew hewl dide “Sûriyeyê rizgar bike”.
Ji aliyê îdeolojîk ve, HTŞê îdeolojiyeke selefî-cîhadî pejirand, lê di heman demê de hewl da ku xwe ji fraksiyonên din ên îslamî, bi taybetî li gorî DAIŞê, kêmtir tundrew nîşan bide. Her wiha ew, wek fraksiyonên din ên îslamî, hemû guherîn, zivirîn, şer û komkujiyên xwe bi awayekî baweriyî û olî rewa dikir, heta ku têgihîştina wê ya olê bû amûrek tenê di xizmeta projeya wê ya siyasî de, ji bo xurtkirina bandor û kontrola wê3.
Di warê têkiliyên derve de, serkirdatiya Heyet Tehrîr El-Şam hewl da ku têkiliyên herî berfireh ên mimkun bi dewletên ku dixwazin re ava bike, di nav de dewletên rojavayî, û bi taybetî bi dewleta tirk re; ew dewleta cîran a ku bi leşkerî destwerdanê li Sûriyeyê dike û li qada hebûn û bandora HTŞê xwedî bandora herî mezin e.
Têkiliyên di navbera HTŞ û Tirkiyeyê de pir xurt û kûr in. Tirkiyeyê gelek caran ji Ebû Mihemed El-Colanî, serokê Heyet Tehrîr El-Şam, û rêxistina wî alîkarî xwest da ku fraksiyonên çekdar ên bêkontrol kontrol bike, her çend ew fraksiyon bi xwe girêdayî Tirkiyeyê bûn jî. Ango HTŞê rola darik û polîs di destê Tirkiyeyê de lîst.
HTŞê rola darik û polîs di destê Tirkiyeyê de lîst
Jêgirtin: Rewta Çepa Şoreşger li Sûriyeyê
Di warê aborî de, HTŞê li herêmên xwe siyasetên aboriya neolîberal a safî dan destpêkirin û di çavkaniyên xwe de xwe spart dahatên deriyên sînor ên ku di bin kontrola wê de bûn: deriyê Bab El-Hewa bi Tirkiyeyê re û deriyê El-Xezawiye di navbera Efrîn û gundewarên rojavayê Helebê de. Lê HTŞê hin sektorên bazirganiyê yên diyar ji xwe re qorix kirin, wek sotemenî û tiştê ku jê re “bexşîş” digot.
Bingeha civakî
Heta ku desthilat li Şamê girt, HTŞê parêzgeha Idlibê birêve bir; herêmeke berfireh li bakurê rojavayê Sûriyeyê ku nêzîkî 4,5 milyon kes tê de dijîn, piraniya wan ji wan in ku ji herêmên kontrola rejîma Esed û hovîtiya wê reviyan û koçber bûn. Di nav wan de, parêzgeha Idlibê nêzîkî 2,9 milyon koçberên navxweyî dihewand, ku du milyon ji wan di bin konan de û di şert û mercên xirab de li kampên penaberan dijiyan, ku piraniya wan nêzîkî sînorê Tirkiyeyê ne.
Şer, siyasetên aborî yên neolîberal ên hukûmeta HTŞê û erdheja ku di Sibata 2023an de li Sûriyeyê da, jiyana zêdetirî 90% ji wan veguherand rewşeke pir belengaz a ku bi alîkariyên navneteweyî ve girêdayî ye.
Lê tiştê ku rewşa girseyan li Idlibê hê xirabtir kir ew bû ku alîkariyên navneteweyî bi awayekî tirsnak kêm bûn. Cîgirê hevahengkarê herêmî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo alîkariya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de ji malpera elmanî DW re, di 28ê Sibata 2024an de, diyar kir ku “di destpêka 2023an de Neteweyên Yekbûyî tenê karîbû 37% ji alîkariyên mirovî yên pêwîst li Sûriyeyê dabîn bike”. Kêmasiya mezin a çavkaniyên darayî bû sedema rawestandina alîkariyên Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî li seranserê Sûriyeyê ji Çileya Paşîn a 2024an ve, digel bilindbûna ecêb a enflasyon û bêkariyê û belengaziya ku ji bo piraniya gelê Sûriyeyê her diçe girantir dibû.
Di warê pêkhateya çînî ya Heyet Tehrîr El-Şam de, dema ku serkirdeyên HTŞê ji aliyê koka civakî ve ji beşên cuda yên burjuvaziya biçûk tên, wek xwendekar, şêxên olî, pîşegeran û xwediyên pîşeyên azad, stûna şervanên wê ji zarokên kampan, koçberan û bêkarên ji lumpen-proletaryayê an “toza mirovî” ya civakî, û ji cîhadiyên biyanî pêk tê.
Nebûn an lawaziya alîkariyên mirovî vê yekê înkar nake ku xirabûna rewşa girseyên Sûriyeyê di bingeh de encama siyasetên desthilatdariyên “fermana heyî” yên hukimdar bû, ku yekem ji wan rejîma Esed bû; ew desthilatdariyên ku xema wan a sereke berjewendiyên elîtên wan ên aborî û mîrên şer ên girêdayî wan li ser berjewendiyên girseyên Sûriyeyê girtin bû.
Ji ber vê yekê, li herêmên kontrola HTŞê protestoyên gelêrî yên berfireh li dijî wê û siyasetên wê yên zordar û aborî yên ku xizaniyê girantir dikin çêbûn, bi taybetî di Adar û Nîsana 2024an de, ango çend meh berî hilweşîna rejîma Esed. Wê demê HTŞê xwepêşandanên gelêrî perçiqandin, ku gelek dirûşm tê de hatin bilindkirin, di nav wan de “Ne Colanî ne Esed, em dixwazin welat ava bikin”.
Dibe ku pêşketinên li herêmê, lihevkirinên emperyalîst û hilweşîna rejîma Esed wê demê desthilatdariya Heyet Tehrîr El-Şam li Idlibê ji hilweşîneke wisa xilas kiribe.
Tengezariya rejîma xunteya malbata Esed

Di çardeh salên şoreşê, paşê têkçûna wê, şerê hêzên dijeşoreşê di navbera xwe de û destwerdanên emperyalîst de, Sûriye û gelê Sûriyeyê rûbirûyî guherînên kûr di civaka Sûriyeyê de bûn. Ya herî girîng rizîbûna tevna civakî bû, ji ber wêraniya mezin a bajarok û gundan, hilweşandina piraniya binesaziyan û wêrankirina bi deh hezaran kargeh û atolyeyan. Tenê li Helebê zêdetirî 3 hezar kargeh û atolye hatin wêrankirin. Li ser vê jî bihayê mirovî yê tirsnak tê zêdekirin: nêzîkî du milyon kuştî û birîndar, û koçberiya navxweyî an penaberiya derveyî welêt a nêzîkî nîvê nifûsa Sûriyeyê ya 23 milyonî. Digel vê yekê, asta jiyana piraniya sûriyeyiyan bi awayekî felaketî xirab bû, heta ku xema wan a yekem tenê sax mayîn bû.
Berovajî vê, xema sereke ya xunteya desthilatdar ew bû ku nefesa dawî ya ku di sûriyeyiyan de mabû jî ji wan bistîne. Lê bi mijandina nefesa dawî ya gelê Sûriyeyê û kêmbûna çavkaniyên darayî yên mayî li welêt, desthilatdarî dest pê kir ku xwe bi xwe bixwe û goştê derdora xwe ya nêzîk bixwe, wek ku bi Ramî Mexlûf re qewimî, ku nêzîkî rejîma Esed bû û ya dawî beşeke mezin ji pereyên wî desteser kir.
Bi nêzîkbûna 2024an, desthilatdariya Esed bi rêjeyeke mezin xirab bûbû. Rejîma Esed a rizî piştgiriya civakî ya dawî ya ku mabû jî winda kir, piştî ku bingeha wê ya civakî, ango burjuvaziya bazirganî û pîşesazî, fêm kir ku wê bazara wê teng kiriye, ji ber kêmbûna hêza kirînê ya piraniya sûriyeyiyan, û her wiha ji tirsa ku rejîm li wê vegere û pereyên wê desteser bike, ji ber ku ji bo domandina şerê mana xwe hewcedarê pereyan bû. Ji aliyê din ve, hin beşên çînên gelêrî ku bi xeyala wê yekê bûn ku rejîm wan bi awayekî mezhebî ji “hovên îslamî” diparêze, an beşên din ku xeyala wan hebû ku rejîma Esed bi rastî welêt diparêze wek ku îddîa dikir, kifş kirin ku ew ji birçîna dimirin dema ku endamên xunteyê bi dewlemendiya xwe pesnê xwe didin, û ku zarokên wan wek leşker ji bo mirinê di şer de tên şandin dema ku zarokên xunteya Esed şêweyên herî qirêj ên bêexlaqî û sefahetê dimeşînin. Wan kifş kirin ku ev rejîma sûcdar xwîna wan û ya zarokên wan vedixwe û qet xema wan nake.
Hilweşîna aborî
Raporeke rojnamevanî ya Banka Cîhanê ya 24ê Gulana 2024an nîşan da ku şerê li Sûriyeyê “bi giranî bandor li sektora çandiniyê kir, bi koçberiya hejmarên mezin ên cotkaran û zirarên berfireh ên ku gihîştin binesazî û torên avdanê, ku bû sedema kêmbûna berheman. Her wiha tevliheviyên girêdayî şer bi giranî bandor li bazirganiya derve kirin. Hilweşîna hilberîna pîşesazî û çandiniyê ya navxweyî jî girêdana Sûriyeyê bi îtxalatê ve zêde kir.”
Kûrahiya xirabûna aborî ya Sûriyeyê ji ber şer û cezayan, Neteweyên Yekbûyî di 30ê Çileya Paşîn a 2024an de4 wiha derbirî: aboriya Sûriyeyê hewcedarê 55 salan e da ku vegere asta ku di 2010an de lê bû.
Di raporeke Navenda Lêkolînan a Cusûr de, ku di 28ê Cotmeha 2024an de derket5, hate diyarkirin ku krîza aborî ya rejîmê ew neçar kir ku xwe bispêre dabînkirina petrolê “ji herêmên Rêveberiya Xweser û Îranê… Rejîmê li hundir 50 heta 70 hezar bermîl rojane dabîn dikir, ango di navbera 25 û 35% ji hewcedariya xwe ya rojane.” Di warê sektora pîşesaziyê de, rapor diyar dike ku “piştî 2011an sektora pîşesaziyê ji ber operasyonên leşkerî zirar dît û heta qiraxa hilweşînê paşve çû; piraniya pîşesazkaran ji ber nebûna ewlehiyê û hewcedariyên din ên veberhênanê jê derketin, û sektor di navbera 2014 û 2017an de hema hema bi temamî ji hilberînê rawestiya.” Di asta hilberîna navxweyî de, “rêjeya beşdariya sektora pîşesaziyê di navbera 2010 û 2014an de ji nêzîkî 25%, daket kêmtirî 8%.”
Sektora bazirganiyê jî ji hilweşîna aborî ya ku rejîma Esed jê dikişand xilas nebû. Rapora navborî ya Navenda Cusûr diyar dike ku “piştî 2011an, bi ferzkirina cezayên aborî li ser rejîma Sûriyeyê û kesayetên nêzîkî wê, û ketina Libnanê nav krîzeke darayî, hinardekirin û îtxalat pir kêm bûn û tenê bi hin dewletên herêmî re sînordar man. Bi vî awayî çavkaniyên sektora bazirganiyê bi awayekî rekorî kêm bûn û girîngiya wê di serî de bi bazirganiya navxweyî ve sînordar ma.”
Di hewldana xwe de ji bo telafîkirina wêraniya aborî, rejîma Esed çavkaniyên neqanûnî teşwîq kirin, ji “operasyonên qaçaxçîtiyê li ser deriyên sînor ên derve û navxweyî, û bi rêya bazirganiya madeyên hişbir ku dahatên wê zêde bûn û tenê di 2021an de gihîştin 5,7 milyar dolaran”, wek ku di rapora Navenda Cusûr de hatiye.
Bi kurtî, li gorî statîstîkên Banka Cîhanê6, rêjeyên xizaniyê li Sûriyeyê gihîştin 90% ji sûriyeyiyan. Di navbera 2011 û 2023an de berhema giştî ji 61,3 milyar dolaran daket 7,4 milyar dolaran; lîreya Sûriyeyê zêdetirî 99,6% ji nirxa xwe winda kir; aboriya Sûriyeyê 24 salên pêşketina mirovî winda kirin; û veberhênanên biyanî ji 2,5 milyar dolaran daketin nêzîkî 500 hezar dolaran, digel alîkariyên hevpeymanên rejîma Esed ku nekarîn wê ji aliyê aborî ve xilas bikin. Li Sûriyeyê nêzîkî 7,5 milyon zarok hewcedarê alîkariya mirovî bûn, û 13 milyon sûriyeyî jî an koçberên navxweyî an penaber bûn.
Hemû van nîşaneyan piştrast dikirin ku avahiya aborî-civakî ya di bin desthilatdariya rejîma xunteya malbata Esed de gihîştibû rewşeke belavbûn û hilweşînê ku rûbirûbûna wê an pêşîgirtina li encamên wê yên siyasî ji bo rejîma berê ne mimkun bû. Bi vî awayî ew gihîşt xala hilweşînê, bi taybetî ji ber ku ev hilweşîn li ser hemû saziyên rejîmê, bi taybetî yên ewlehî û leşkerî, xwe nîşan da. Ji bo leşker û efserên biçûk ên artêşa wê êdî tu sedemek nemabû ku rejîmeke rizî ya ku wan û malbatên wan birçî dihêle û jiyana wan bi hêsanî feda dike biparêzin.
Belavbûna rejîma Esed
Rûsya, ku hevpeymana navneteweyî ya sereke ya rejîma Esed bû, ji dawiya 2015an ve bi leşkerî ket şer da ku piştgiriya rejîma hilweşiyayî ya Esed bike, ji bo parastina berjewendiyên xwe yên emperyalîst. Ji Tîrmeha 2016an ve wê hewl da ku şert û mercên domandina wê baştir bike, bi gazîkirina hukûmeta tirk, ku dijbera sereke ya rejîma Esed û piştgira herî mezin a gelek fraksiyonên îslamî yên çekdar bû, da ku bi rejîma xunteyê re têkiliyên leşkerî deyne ji bo dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê.
Piştî wê, rêzek têkilî di navbera rejîmên Sûriye û Tirkiyeyê de çêbûn. Ev yek rê da destpêkirina tiştê ku wek “pêvajoya Astanayê” li ser Sûriyeyê tê nasîn, bi çavdêriya dewletên garantor Tirkiye, Rûsya û Îranê, û bi beşdariya nûnerên rejîm û opozîsyonê. Vê pêvajoyê qada bandora rejîmê berfireh kir û dabeşbûna Sûriyeyê bo çend herêman sabît kir, ku her yek di bin kontrol an çavdêriya vê an wê dewleta emperyalîst de bû (Rûsya, Dewletên Yekbûyî, Îran û Tirkiye). Digel hewldanên Tirkiye û Rûsyayê yên bi israr di 2022 û 2023an de ji bo gihîştina lihevkirinan bi rejîma Esed re, û gazîkirinên serokê tirk Erdogan ji zordar Esed re ji bo civîneke lûtkeyê di navbera wan de, Esed bi pozbilindî û quretî, digel ku rejîma wî rizî bû û tenê bi saya piştgiriya hevpeymanên xwe, bi taybetî Îran û Rûsyayê, bi zorê li ser lingan disekinî, civîna bi Erdogan re red kir û dereng xist da ku wext qezenc bike. Wî di Çileya Paşîn a 2023an de diyar kir ku “nêzîkbûna bi Tirkiyeyê re bi navbeynkariya Rûsyayê divê armanca wê bidawîkirina dagirkeriya tirk a beşên Sûriyeyê be”.
Bi vî awayî ev dewletên herêmî û navneteweyî gihîştin wê rastiyê ku ev rejîma rizî asoyên çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê digire û ji bo wan bûye asteng û bar; di demekê de ku Rûsya ji 2022an ve xwe di nav şerê Ukraynayê de dibîne, ku bûye navenda eleqe û mijûlbûna wê ya sereke.
Di wê kêliyê de, hem Îran û hem Hizbullah ji destpêka şerê “Tofana Eqsayê” di Cotmeha 2023an de rûbirûyî derbeyên giran ên ji aliyê dewleta siyonîst û emperyalîzma rojavayî bûbûn, ku kapasîteyên wan ên parastina rejîmeke gendel û rizî pir lawaz kiribûn; bi taybetî piştî ku dewleta siyonîst di 27ê Îlona 2024an de sekreterê giştî yê Hizbullah Hesen Nesrullah kuşt, û piştî gefa Netanyahu li Esed ku “bi agir nelîze”, rojek berî destpêka operasyona bi navê “Pêşîgirtina li Êrişê” (Rede’ El-Udwan) ya ku bû sedema hilweşîna wî.
Ji aliyê xwe ve, hewldana hukûmetên erebî û hin hukûmetên ewropî ji 2023an ve ji bo baştirkirina têkiliyên xwe bi Esed re hat, da ku ev hukûmet kifş bikin ku êdî tiştek nemaye ku ji rejîmeke zordar, gendel û rizî ya ku di nav sekeratê de ye û nefesa xwe ya dawî dide were xilaskirin.
Dagirkeriya Îsraîlî jî derfeta riziyîna rejîma Esed a ketî girt; ew rejîma ku zêdetirî nîv sedsalê rola kûçikê pasevan lîst û li sînorên başûr aramî û ewlehî ji dagirkeriya Îsraîlî re dabîn kir. Îsraîl, bi lihevkirina bi dewletên emperyalîst ên ku destwerdanê li Sûriyeyê dikin re, ji derfeta xilasbûna ji rejîmeke rizî sûd wergirt; ev yek dê destûrê bide wê ku kontrola xwe li ser qadên berfirehtir ên Sûriyeyê belav bike, xwe wek lîstikvaneke girîng a hevrikê Tirkiyeyê ferz bike, û kapasîteyên leşkerî yên mayî li Sûriyeyê, ku dibe ku di pêşerojê de ji bo wê bibin gef, wêran bike.
Di destê Tirkiye û dewletên din ên emperyalîst de ji bilî Heyet Tehrîr El-Şam, wek serê rimê digel hejmarek ji fraksiyonên din ên hevpeymanên wê, tu amûreke din a xwedî celebek dîsîplîn û tecrûbe tunebû ku karibe veşartina rejîma berê ya malbata Esed a di sekeratê de ragihîne.
Ragihandina hilweşîna rejîma Esed
Di vê çarçoveya cîhanî, herêmî û xwecihî de, HTŞ û fraksiyonên hevpeyman, ku hemû jî wek rejîma Esed a reviyayî ji hêzên dijeşoreşê ne, di 27ê Mijdara 2024an de destpêka operasyona “Pêşîgirtina li Êrişê” ragihandin.
Hêzên “Pêşîgirtina li Êrişê” di nav 24 saetan de ketin Helebê, duyem bajarê mezin ê bakurê Sûriyeyê, û paşê bajarên din, heta ku di nav 11 rojên meşê de gihîştin Şamê. Desthilatdariya nû di 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an de bi fermî hilweşîna rejîma Esed ragihand, bêyî berxwedaneke ku hêjayî behskirinê be. Leşkerên artêşa rejîma Esed dev ji çekên xwe berdan, cilên xwe yên leşkerî ji xwe kirin û vegeriyan mal û bajarokên xwe. Li her bajar û bajarokî xelk derketin kolanan, bi hilweşîna rejîmê şa bûn û qadên azadî û çalakiyê ji nû ve bi dest xistin.
Lê elîta leşkerî, ewlehî û siyasî ya rejîma xunteya malbata Esed, ku bi hezaran in, “helîya”, û paşê em hîn bûn ku ew li derveyî welêt di sirgûna xwe de bi kêf dijîn.
Ya ku qewimî, bêtir dişibiya operasyoneke “radestkirin û wergirtinê” ya ku heta radeyeke mezin bi baldarî hatibû amadekirin.
Bi vî awayî em xwe li hember modeleke bêhempa ya belavbûna xweber a rejîmeke zordar bi hemû saziyên wê yên sivîl û leşkerî dibînin. Ya ku qewimî, guherandina rejîmeke zordar bû, ku aliyê herî xurt ê dijeşoreşê bû, bi aliyekî din ê hêzên dijeşoreşê yê dijminê wê, ango HTŞ, ku bi xapandinê cilê şoreşê li xwe dike; ew şoreşa ku ew beşdarî têkçûna wê bû û çîroka wê ji bo hesabê xwe desteser kir.
Desthilatdariya HTŞê: tirsandin, komkujî, qorixkirina desthilatê

Hilweşîna rejîma berê bi lezandina girseyên Sûriyeyê re hevdem bû ku qadên azadiyê ji nû ve bi dest bixin. Welêt rabûneke berfireh a çalakiyên giştî yên siyasî û civakî dît, wek avakirina partî, hevpeymanî û komeleyan, lidarxistina semîner û konferansan, û xwepêşandan û çalakiyên rûniştinê. Civakê ji nû ve dest pê kir ku bi azadî, dûrî qedexe û zordariyê, eleqeya xwe bi karûbarên giştî re vejîne.
Lê ev “şahî” û ew qada azadiyê ya ku girseyên Sûriyeyê bi dest xistibûn zû teng bûn, û li şûna wan tirs û hestê bêhêvîtiyê serdest bû; ji ber komkujiyên tirsnak ên ku desthilatdariya nû, alîgir û fraksiyonên wê yên çekdar li dijî kêmneteweyên olî kirin, û ji ber tahrîkkirina mezhebî, kevneperest û nijadperest a girseya faşîst a dilsoz a desthilatê.
Tiştê balkêş guherîna bilez a gotara desthilatê û medyaya wê ya xirab bû: ji gotareke ku ji hemû sûriyeyiyan re dihate gotin û di destpêkê de hewl dida wan aram bike û zihniyeta tolhildanê red dikir, bo gotar û siyasetên ku vê desthilatê bi zimanê serkirdeyên xwe yên herî navdar ragihandin, wek “yê ku rizgar dike, ew biryar dide” û gotinên din ên bêwate. Her wiha desthilatê bi israr bîr dixist ku aboriya ku ew dixwaze aboriya bazara azad a ji hemû astengiyan rizgar e, û peymanên li ser dewlemendiyên stratejîk ên welêt bi hejmarek ji şîrketên dewletên emperyalîst re ragihand. Li hember êrişên Îsraîlî li ser axa Sûriyeyê, desthilatê bi bindestî xwe ji şermezarkirina wan dida alî, û dubare dikir ku ev desthilatdariya nû dixwaze bi cîranên xwe re di aştiyê de bijî (mebest li vir bi taybetî dewleta dagirker a Îsraîlê ye).
Paralelî populîzma dirûşma desthilatê “Serê xwe bilind bike, tu sûriyeyiyekî azad î”, bajar û gundewarên Sûriyeyê dîtin ku girseyên dawetkarên îslamî yên tundrew ên bi meyla “wehabî” daketin kolanan; wan şîret dikirin, gazî dikirin, qedexe dikirin, şermezar dikirin û li kolanan li her reftareke civakî an olî ya ku li dijî baweriya wan didîtin dixistin. Dirûşm bûn “Em Beni Umeyye ne” û “Şam heta roja qiyametê ya me ye”, û gotareke mezhebî ya wehabî ya qirêj.
Di heman demê de, desthilatdariya nû ya termîdorî gazî kir ku sivîlên xwediyê çekan, bi taybetî li perava Sûriyeyê, çekên xwe radest bikin, bi hinceta pêwîstiya kombûna çekan tenê di destê dewletê de “ji bo parastina ewlehî û aştiya civakî”. Gelek ji xelkê peravê ev yek bawer kirin û çekên ku li ba wan hebûn radest kirin. Lê desthilatê bi vê qîma xwe neanî; fraksiyonên wê yên çekdar bi hovîtiyeke mezin êrişî gelek herêmên peravê yên “elewî” kirin, bi hinceta lêgerîna li çekan û desteserkirina wan.
Ne tenê ev; bi hatina desthilatdariya HTŞê ser hukim li Şamê, kuştina sivîlên elewî bi hejmarên kêm lê her roj zû lez bû. Bersiva desthilatê li ser protesto û tirsên niştecihên elewî yên peravê ev bû ku ev kuştin tenê “bûyerên takekesî ne ku li hemû welatan diqewimin”. Ev yek bi heqaretên rojane yên mezhebî û tahrîkkirina xelkê li gund û bajarokên elewî re hevdem bû, ku wekî wê li herêmên din jî qewimî, û bi kampanyayên girtinê yên heqaretkar û qirêj, ku dihatin kişandin û li ser medyaya civakî dihatin weşandin. Mîlîsên mezhebî yên desthilatê bi girtin û îşkenceya girtiyan qîma xwe neanîn; wan heqaret li wan jî kirin, bi wan dan meşandin li ser zikê wan û wek kûçikan dan reyandin.
Ne mimkun bû ku mirov hêvî bike ku li hember van heqaretan, zordariya giştî û birçîhiştina bi qestî ya xelkê elewî yê peravê demeke dirêj bêdengî bidome. Di 6ê Adarê de bertekeke leşkerî ya sînordar li dijî bendên desthilatê li herêmên elewî teqiya. Yên ku ev yek kirin ne “bermahiyên” rejîma berê bûn, wek ku desthilatdariya hukimdar îddîa kir, lê hin ji mirovên bindest ên wir bûn; bi taybetî ji ber ku piraniya bermahiyên rejîma berê ji aliyê desthilatdariya nû ve hatibûn hembêzkirin.
Desthilatdariya mezhebî ev bûyer kir hincet ji bo kirina komkujiyên berfireh li dijî sivîlên elewî, ku heta 10ê Adara 2025an domiyan. Ev komkujî tenê ji ber dîmenên tirsnak ên kişandî yên ku medya û medyaya civakî dagirtin, û bilindbûna şermezarkirin û protestoyên xwecihî û navneteweyî rawestiyan. Lê desthilatdariya mezhebî vegeriya siyaseta xwe ya berê, ango kuştina rojane û revandina elewiyan bêyî kişandina wêneyan û bi hejmarên ne mezin, ku tê wateya “komkujiyên dilop bi dilop”.
Bê guman siyaseta komkujiyan li dijî kêmneteweyên olî û etnîkî siyaseteke sîstematîk a vê desthilatdariya nû ye. Ji aliyekî ve armanca wê çokdandina kêmneteweyên olî û etnîkî ye, û ji aliyê din ve bi rêya dîmenên kuştin û serjêkirina jenosîdî hewl dide ku tevahiya gelê Sûriyeyê bitirsîne.
Desthilatdariya termîdorî ya mezhebî zincîra komkujiyan domand: nêzîkî mehekê piştî komkujiyên peravê, mîlîsên wê yên mezhebî di Nîsan û Gulana 2025an de li Eşrefiyeya Sehnaya komkujî li dijî durziyan kirin.
Piştî wê, endamekî mîlîsên wê di Hezîrana 2025an de Dêra Mar Elyas li Şamê teqand û bi dehan sivîl hatin kuştin. Di dawiyê de, di Tîrmeha 2025an de welêt komkujiyên li dijî durziyan li parêzgeha Siwêdayê li başûrê Sûriyeyê dîtin, ku bi sedan sivîlên durzî bûn qurban, mal hatin wêrankirin û şewitandin û mirov hatin revandin; her wiha gelek qurban di nav xelkê bedewî yên wê herêmê de jî hebûn.
Mîna ku ev desthilatdariya mezhebî xwedî bernameyeke kar a tirsandina gelê Sûriyeyê be: her meh komkujiyek.
Mîna ku ev desthilatdariya mezhebî xwedî bernameyeke tirsandinê be: her meh komkujiyek
Jêgirtin: Rewta Çepa Şoreşger li Sûriyeyê
Lê berxwedana gelêrî ya qehremanî ya xelkê Siwêdayê li hember mîlîsên desthilatê, û têkçûna rezîl a ku wê bi ser wan de anî, stûyê vê desthilatdariya xwînxwar şikand, û Siwêda bû herêmeke bi temamî li derveyî kontrola desthilatdariya hukimdar a li Şamê.
Mirov nikare vê yekê paşguh bike ku dînbûna tundûtûj û êrişa hovane ya mîlîsên desthilatdariya hukimdar (ku navên mezin li wan dikin, wek “Ewlehiya Giştî” û “Wezareta Parastinê”) li ser sivîlên durzî yên Siwêdayê, ji aliyê dewleta dagirker a Îsraîlê ve wek hincet hate bikaranîn da ku destwerdan û kontrola xwe li ser axeke zêdetir a Sûriyeyê berfireh bike. Berpirsiyariya vê yekê tenê li ser desthilatdariya hukimdar e.
Bê guman tundûtûjiya jenosîdî ya mezhebî û nijadperest yek ji stûnên siyaseta vê desthilatdariya mezhebî ye ji bo tirsandin û tehdîtkirina tevahiya gelê Sûriyeyê. Ev yek her wiha yek ji taybetmendiyên faşîzmê ye.
Ber bi qorixkirina desthilatê ve

Desthilatdariya HTŞê bi gavên bilez saziyên hukimdariya xwe rêk xist û şiyana wan a qorixkirina desthilatê xurt kir. Wê ev yek bi civîneke serkirdeyên fraksiyonên xwe yên çekdar ên pirjimar dest pê kir, ku navê wê kir “Konferansa Serkeftinê”, di 29ê Çileya Paşîn a 2025an de. Ji wê biryara destnîşankirina Ehmed El-Şer’, serokê Heyet Tehrîr El-Şam, wek serokê veguhêz ê Sûriyeyê derket.
Piştî wê, şanoyeke bêtam amade kir ku navê wê kir “Konferansa Diyaloga Neteweyî”, ku nêzîkî 600 kesên ku wê bi xwe bi baldarî hilbijartibûn vexwendin. Rûniştinên wê tenê çend saetan domiyan, di 25ê Sibatê de pêk hat, û çend pêşniyarên ku desthilatê berê bêyî nîqaş amade kiribûn jê derketin.
Paşê, di lûtkeya komkujiyên li dijî elewiyan de, di 10ê Adarê de, û ji ber zexta herêmî û navneteweyî, bi taybetî ya Dewletên Yekbûyî, desthilat neçar ma ku bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re peymanekê îmze bike; ragihandineke ku desthilat qet pê ve girêdayî nebû. Tenê sê roj piştî îmzekirina vê peymanê, di 13ê Adarê de, wê “ragihandineke destûrî” derxist ku hemû desthilatên qanûndanîn, rêvebirin û dadwerî di destê kesekî tenê de, ango Ehmed El-Şer’, kom dike û qorix dike, û ragihand ku qonaxa veguhêz dê pênc salan bidome; qonaxa veguhêz a herî dirêj di dîroka hevdem de, ku tê de ji dîktatoriyên herî hişk jî derbas bû.
Mîna ku xunteya desthilatdar a nû hê bi tevahî têr nebûbe ji xwesteka girtina hemû girêkên desthilatê di mista xwe de, di 27ê Adara 2025an de avakirina “Sekreteriya Giştî ya Karûbarên Siyasî” ragihand, ku girêdayî Wezareta Derve ye. Ev saziyek e ku dişibe partiyeke siyasî ya ji “komîserên siyasî” pêk tê ji bo kontrolkirina her tiştî: li her rêveberî û postekî siyasî, çi leşkerî çi ewlehî çi aborî be, biryara rastîn ne di destê karmend an berpirsiyar de ye, lê di destê kesekî de ye ku pirî caran nasnameya wî veşartî ye û tenê wek “Şêx” tê binavkirin.
Hemû malûmilkên ku aîdî Partiya Baasê û partiyên “Eniya Neteweyî ya Pêşverû” ya rejîma berê bûn, ku hatin hilweşandin û hemû milkên wan hatin desteserkirin, xistin bin destê vê Sekreteriya Giştî.
Ji bo zelalkirina rola vê amûra siyasî ya kontrolkirina desthilatê, dê bikêr be ku em erk û desthilatên wê wek ku di belgeya damezrandina wê de hatine nîşan bidin. Di belgeyê de hatiye ku erka wê “serperiştiya rêveberiya çalakî û aktîvîteyên siyasî yên li welêt, beşdariya di amadekirin û xêzkirina planên giştî yên di warê siyasî de, û xebata ji bo ji nû ve bikaranîna malûmilkên Partiya Baasê, partiyên Eniya Neteweyî ya Pêşverû û rêxistin û komîteyên wan ên hilweşandî” ye.
Ji bo pêkanîna erkên xwe, Sekreteriya Giştî avakirina nivîsgehên şaxî li hemû parêzgehan û her wiha şeş nivîsgehên navendî ragihand: “Nivîsgeha Ciwanan, ku xuya ye cîgirê rêxistinên Pêşengan (Teleî), Ciwanan (Şebîbe) û Yekîtiya Xwendekaran a hilweşandî ye.
Nivîsgeha Karûbarên Jinan, ku bi warên mafî, civakî, çandî û siyasî yên jina sûrî re mijûl dibe.
Nivîsgeha Hevkariya Sendîkayî, ku karê sendîkayan birêk dixe.
Nivîsgeha Çalakiyan, ku piştî diyarkirina radeya lihevhatina wan bi “nirxên civakê” re, çalakiyên giştî dipejirîne.
Nivîsgeha Pêşketina Civakî, ku bo nimûne semînerên diyalogê li ser qanûnan li dar dixe û li dijî “adetên xirab wek cixarekêşan û vexwarina alkolê…” dixebite; û Nivîsgeha Karûbarên Mezheban.”7
Di hewldana desthilatê de ji bo baştirkirina navdariya xwe ya ji bo firotina derve, di 30ê Adara 2025an de avakirina hukûmetekê ragihand ku ji kesên ku wê hilbijartibûn pêk dihat, ku tu nirxeke wan a siyasî an temsîlî ya hêjayî behskirinê tune ye. Desthilatên wan ên rastîn di wezaretên wan de tune ne, ji bilî wezîrên ji serkirdeyên Heyet Tehrîr El-Şam ên li wezaretên Derve, Parastin, Navxwe û Weqfan.
Digel hewldanên desthilatê ji bo kontrolkirina girêkên hukim û civakê bi rêya tahrîkkirina mezhebî, tundûtûjiya civakî û komkujiyan, tevgera gelêrî ya ku qadeke azadiyê bi dest xistibû winda nebû, her çend pir teng bû jî. Ji xwepêşandanên civakî li dijî nedana mûçeyên karmend û teqawîtan û li dijî artêşek ji kesên ku ji karên xwe yên li saziyên dewletê û sektora giştî hatin avêtin, Şam û bajarên din ên Sûriyeyê protesto û çalakiyên protestoyî dîtin û hê jî dibînin: li dijî siyasetên êrişkirina li ser azadî û mafên jinê, li dijî rijandina xwîna sûriyeyiyan û ji bo şermezarkirina komkujiyan, ji bo azadiyan û hemwelatiya wekhev; û yên din ji bo piştgiriya gelê Filistînê û li dijî bêdengiya desthilatê (ku bi berpirsiyarên dewleta siyonîst re civînan dike) li ser berfirehbûna dagirkeriya Îsraîlî li axa Sûriyeyê; her wiha ji bo eşkerekirina çarenûsa windayan û rawestandina êrişên li ser sivîlan, li dijî mezhebperestî û şovenîzmê, û çalakiyên din ên protestoyî.
Tahrîkkirina mezhebî, tundûtûjî û komkujî rê li ber mezinbûna çalakiya siyasî û civakî ya serbixwe digirin. Piştî rabûneke zû ya hewldanên avakirina sendîkayên karkeran û pîşeyî yên serbixwe, desthilatê dest danî ser hejmarek ji sendîkayên pîşeyî bi destnîşankirina serkirdatiyên sendîkayên parêzer, endezyar û bijîşkan; lê nekarî, û dibe ku jê nefret dike, ku sendîkayên karkeran hebin.
Di warê siyasî de, helwestên hejmarek ji hevpeymaniyên demokratîk paşve çûn, an ji tirsa bertekên zordar ên desthilatê, an ji xwesteka dayîna derfetekê ji desthilatê re da ku niyeta xwe ya baş îspat bike, an jî dibe ji ber herdu sedeman bi hev re. Bo nimûne, hevpeymaniyeke berfireh a ku zêdetirî 30 saziyên bi meylên lîberal û reformîst dihewîne, ango “Temasuk” (Hevpeymaniya Hemwelatiya Wekhev a Sûriyeyê), ragihand ku ew xwe “ne opozîsyon û ne alîgir” dibîne û gazî desthilatê kir ji bo diyalogê8.
Mixabin e ku helwestên hejmarek ji hêzên demokratîk paşve çûn, ku tercîh kirin xwe ji rûbirûbûna desthilatê û siyasetên wê yên wêranker dûr bigirin, di demekê de ku beşên berfireh ên girseyan hewcedarê derbirînên siyasî yên wêrek in ku berjewendiyên wan biparêzin, têkoşîna wan birêxistin bikin û asta hişmendiya wan bilind bikin.
Di vê derbarê de, partiya me “Rewta Çepa Şoreşger” bi helwesta xwe ya zelal û eşkere ya li dijî desthilatdariya termîdorî û siyasetên wê yên jenosîdî, mezhebî, şovenîst û dijecivakî cuda dibe. Ew gazî berxwedana li hember wê dike bi tevlîbûna hemû qadên têkoşîna gelêrî û civakî û bi xebata bi hêzên demokratîk û civakî re di enîyên yekgirtî de, li ser hemû mijarên bindest û îstîsmarkiriyên welatê me.
Desthilatdariyeke termîdorî?

Bi hilweşîna rejîma Esed, ji hinekan re xuya bû ku şoreş bi ser ketiye, û hinekên din jî fraksiyonên ku gihîştin desthilatê wek fraksiyonên şoreşê dîtin. Li ba hinekan ev xeyal bi wê yekê xurt bû ku desthilatdariya nû çîroka şoreşê ji bo hesabê xwe desteser kir, di heman demê de ku ew bi xwe ji 2012an ve beşdarî êrişa li ser hêzên şoreşger bû.
Mirov çawa dikare xwezaya desthilatdariya nû fêm bike, ku di çarçoveya pêvajoyeke şoreşgerî ya ku hate jibarbirin û bi xwînê têk birin de hat, û îddîa dike ku, digel siyasetên xwe yên zordar, muhafezekar û neolîberal, mîratgira şoreşa gelêrî ya 2011an e? Ew e ku di heman demê de ku ji bo qorixkirina desthilatê dixebite, refên xwe bi sûcdarên rejîma berê dewlemend dike.
Me dît ku nêzîkatiya dîrokî ya herî baş ji bo tiştê ku li Sûriyeyê qewimî “Termîdor” e, ku di Şoreşa Fransî ya 1789an de bû xaleke zivirînê, dema ku baskê muhafezekar baskê şoreşger ê Şoreşa Fransî tefand.
Navê “Termîdor” ji bûyerên 9ê Termîdorê ya sala duyem a Komara Fransî tê. Termîdor meha yazdehem a salnameya komarî ya Şoreşa Fransî ye, ku ji 20ê Tîrmehê heta 18ê Tebaxê ya salnameya zayînî ye. Di vê rojê de, ku 27ê Tîrmeha 1794an e, baskê şoreşger ê Robespierre û Jakobenan li Fransayê bi destê paşverûtiya kevneperest ket; ango ev têgeh tê wateya paşverûtiya kevneperest di çarçoveya şoreşekê de.
Trotskî di pirtûka xwe “Şoreşa Xiyanetlêkirî” de diyar dike ku hatina Stalîn ser desthilatê “Termîdor”, ango dijeşoreşek, bû9. Trotskî tekez dike ka çawa Termîdor derbirîna guherînên çînî û siyasî yên kûr e: “Em dizanin ku pêşeng, mamoste û serokên pêşîn ên ku di qonaxên destpêkê de li serê girseyan bûn, qurbanên pêla yekem a bertekê ne, dema ku em dibînin ka çawa mirovên rêza duyem, bi yên ku êvara berê dijminên şoreşê bûn re yekbûyî, derbasî rêza pêşîn dibin. Duelloyên dramatîk ên rolên mezin ên pêşîn li ser şanoya siyasî, şemitînên di navbera çînan de û guherînên kûr ên di psîkolojiya girseyên ku duh serhildêr bûn de vedişêrin… Westandina girseyan û belavbûna kadroyan di sedsala hejdehan de bûn sedema serkeftina Termîdorê li ser Jakobenan, lê pêvajoyeke organîk û dîrokî ya kûrtir di bin van diyardeyên ku di rastiyê de duyemîn in de hebû.”
Dîroknasê fransî François Furet di pirtûka xwe ya li ser Şoreşa Fransî de10 termîdoriyan wiha pênase dike: “dîrokeke wan a bêwate, nakok û xwînî heye, lê digel vê yekê jî bawerî bi wan re heye ku ew zarokên wê (şoreşê) ne… di heman demê de ku ji bilî jiyana wan tiştekî din wan bi wê ve girê nade.” Ew pênaseya xwe didomîne ku ew “komeke diyar pêk tînin ku bi guherînên ecêb di navbera hesabbirîna tund a di navbera xwe de û girêdana peymanên şermok û qirêj de, dema ku mijar çareserkirina nakokiyên wan ên fraksiyonî be, cuda dibe”.
Taybetmendiya duyem a termîdorîzmê li gorî dîroknas Furet nizmî û bêrûmetiya wê ye, ku qutbûneke tam e ji durustiya resen a şoreşgerî. Termîdorî “cilên ku wan di nav dewlemendên nû de dihelînin li xwe dikin, bi bilindbûna xwe ya civakî pesnê xwe didin, sirrên xwe parve dikin û bi xwesteka dewlemendî û desthilatê têr dibin”.
Di çarçoveyeke hevdem a modelên dişibin hev de, lêkolerê fransî Jean-François Bayart nêzîkatiyeke analîtîk ji bo rewşên termîdorî yên ku piştî hilweşîna dîktatoriyan di çarçoveya têkçûna şoreşên gelêrî de hatin, wek Kamboçya, Laos, Viyetnam û yên din, pêşkêş kir. Wî ew wiha pênase kirin ku ew “xwe wek çîna serdest ji nû ve hildiberînin bi rêya stratejiyeke nakok a li ser bingeha vebûna li aboriya kapîtalîst a cîhanî û kombûna seretayî ya sermayeyê, lê her wiha îdeolojiyekê difiroşin ku bi demagojî li ser şoreşê diaxive”11.
Di diyarkirina vî tebeqeya termîdorî de, Furet, dîroknasê fransî yê navborî, nîşan dide ka çawa ev elîtên termîdorî bi gotareke şoreşgerî diaxivin lê evîndarê pereyan in û ji bo mana xwe li ser desthilatê amadeyî her bazarekê ne: “Ew dişibin tevliheviyeke nomenklaturaya şoreşgerî û hezkiriyên pereyan; ew komeke girtî û vekirî ye di heman demê de: li ser xwe girtî ye bi bîranîn û berjewendiyên hevpar, û vekirî ye ji ber ku ji berê ve tu prensîpên wê tune ne ku wê bi rastî diyar û bi dîsîplîn bikin.”
Ji ber vê yekê, modela termîdorî bi rêwîtiyekê ve girêdayî ye ku tê de çend nîşane bi hev ve girêdayî ne, û pêwîst dike ku herî kêm sê diyarker di civaka têkildar de hebin: şoreşeke ku têk çûye; desthilatdariyeke termîdorî ku ji bo avakirina avahiyên dewleta xwe ya taybet dixebite; û ku ji bo tevlîkirina aboriya welatê xwe di aboriya kapîtalîst a cîhanî de bi siyasetên dijecivakî yên neolîberal dixebite.
Erkên şoreşgerî di rewşa niha de
Girseyên Sûriyeyê û çînên civakî, piştî zêdetirî deh salan şer û wêraniyê, ji westandin û belavbûneke tirsnak dikişînin; ew ji şoreşa xwe xwînî û têkçûyî derketin. Her wiha ji belavbûna avahiyên civakî bi xwe jî dikişînin.
Nîvê gelê Sûriyeyê hê jî penaber an koçberê navxweyî ye; zêdetirî sê milyon kes di kampan de di şert û mercên xirab de dijîn; xizanî li ser piraniya gelê Sûriyeyê serdest e; û hêzên siyasî, civakî û sendîkayî hê ciwan in li hember desthilatdariyekê ku tundûtûjiya fizîkî û manewî dimeşîne, komkujiyan dike û pratîkên faşîst û mezhebî dide destpêkirin ku perçebûna girseyên Sûriyeyê girantir dikin. Ew bawer dike ku xwedanîna wê li ber xwestekên dewletên emperyalîst dê derfetên mayînê ji wê re dabîn bike, û ji sermayeya cîhanî, kendavî û tirk re îşaret dide ku ji nû ve avakirina Sûriyeyê, ku di navbera 300 û 400 milyar dolaran de, û li gorî hinekan bi trîlyonek dolar, tê texmînkirin, nanê şîrîn e ku ew dikarin parve bikin heke wê li ser desthilatê bihêlin. Desthilatdariya termîdorî di hukimdariya xwe de xwe dispêre serîtewandina li ber dewletên emperyalîst û herêmî, di heman demê de ku şêweyên herî qirêj ên hovîtiyê li dijî gelê xwe dimeşîne.
Li ser meyla tundûtûjiyê ya desthilatdariya termîdorî, siyasetên wê yên neolîberal jî dê tenê bibin sedema girantirbûna neheqiya civakî, berovajî sozên wê yên bilindkirina mûçeyan bi 400% û baştirkirina jiyana sûriyeyiyan.
Ji bilî vê, tahrîkkirina wê ya mezhebî ya wehabî, ku bi komkujiyên mezhebî yên li dijî elewî, durzî û xiristiyanan belav bû, û her wiha tahrîkkirina nijadperest û şovenîst li dijî gelê kurd li Sûriyeyê, êrişa li ser mezhebên sunnî yên herî mezin wek Eşerî, Matûrîdî û Sofîtiyê, û êrişên li ser mafên jinê bi giştî û li ser azadiyên takekesî û giştî, girseyeke mezin a sûriyeyiyan dixe nav dijminahî an nerazîbûn û dûrketinê ji desthilatdariya termîdorî, ku serxweşiya hêz û kontrolê lê bûye.
Di vê rewşa tevlihev û newekhev de, herêmên Sûriyeyê yên li derveyî kontrola desthilatdariya termîdorî hene: herêmên Rêveberiya Xweser li bakurê rojhilatê Sûriyeyê, ku tirsên wan ji siyasetên zordar ên desthilatê zêde bûn û baweriya wan bi desthilatdariya hukimdar a li Şamê kêm bû. Her wiha herêmeke din, parêzgeha Siwêdayê li başûrê Sûriyeyê, piştî komkujiyên desthilatê li dijî sivîlan û têkçûna hêzên wê li hember berxwedana gelêrî ya Siwêdayê, bi temamî ji desthilata Şamê derket.
Her wiha, digel dijwariya şert û mercan, li herêmên kontrola desthilatdariya termîdorî toreke berfireh a komên siyasî, civakî û sivîl ên demokratîk û çep heye, ku di şert û mercên her ku diçe dijwartir de çalakiya xwe dimeşînin û beşdarî çalakiyên çandî, siyasî û protestoyî dibin.
Divê em li ser hemû mijarên ku girseyên Sûriyeyê eleqedar dikin bixebitin, wek rawestandina tundûtûjiyê û aştî, mijarên demokratîk û hemwelatî, dijberiya mezhebperestî û nijadperestiyê, ji nû ve yekkirina welêt, dijberiya dagirkerî û emperyalîzmê, dadmendiya civakî û dijberiya kapîtalîzmê.
Di hemû mijarên hevpar û erkên ku rastî li ser hemû astan li pêşiya me datîne, li ser milê me ye ku em armancên diyar deynin ji bo avakirina enîyên yekgirtî yên ku têkoşîna girseyên Sûriyeyê li hemû herêmên ku lê dijîn bi hev ve girê bidin û xwedî wêrekiya dijberî û berxwedana li hember desthilatdariya termîdorî û hilweşandina wê bin, ji bo sîstemeke demokratîk, nenavendî û ne-mezhebî ku hemû sûriyeyî, jin û mêr, wek hemwelatiyên wekhev dicivîne.
Ji bo rabûna bi bandor bi van hemû erkan, divê şoreşger, jin û mêr, hewldanên xwe ducar bikin û refên xwe xurt bikin, da ku ber bi avakirina partiya karkerî ya şoreşger a girseyî ve pêş ve biçin, bi pêşxistina şiyanên me yên rêxistinî û siyasî û berfirehkirina kokbûna me ya gelêrî; heta gihîştina tiştê ku girseyên gelêrî jê re dixwazin bi guherîna siyasî û civakî ya radîkal: komareke demokratîk û nenavendî ji bo hemû hemwelatiyan, li ser bingeha wekhevî û dadmendiya civakî. Wek ku di şoreşa 2011an de bû, hêzên civakî yên ku guherînê dimeşînin bûn û dimînin çînên gelêrî yên karker û kedkarên bajar û gundan.
Hêzên civakî yên ku guherînê dimeşînin, çînên gelêrî yên karker û kedkarên bajar û gundan in
Jêgirtin: Rewta Çepa Şoreşger li Sûriyeyê
Tîrmeh 2025
Wergera kurdî ji orîjînala erebî: Desteya Nivîsînê ya Eniya Pêşîn (El-Xet El-Emamî)
Çavkanî û têbînî
- Tony Cliff, Şoreşa berdewam a ji rê derketî (Deflected Permanent Revolution), wergera erebî û weşan: Navenda Lêkolînên Sosyalîst, Qahîre, 1995.
- Gotarên Xiyas Neîse li ser malpera me: revoleftsyria.org
- Malpera BBC ya erebî: «Em çi li ser Heyet Tehrîr El-Şam dizanin?», 30ê Mijdara 2024an.
- Rojnameya El-Quds El-Erebî, 21/2/2025: «Aboriya Sûriyeyê ji bo vegera asta beriya 2011an hewcedarê nîv sedsalê ye».
- Navenda Lêkolînan a Cusûr, 28ê Cotmeha 2024an: «Aboriya rejîma Sûriyeyê: nêzîkatî û siyaset 1970–2024», amadekirin: Xalid El-Turkawî, Ebdulezîm El-Mexribil, Mihemed Se’îd Misrî.
- Belqîs Ebdulrida, «Înfografîka aboriya Sûriyeyê… 13 sal hilweşîn», malpera El-Mudun, 2/1/2025.
- Husam Cezmatî, «Sekreteriya Giştî ya Karûbarên Siyasî ya Sûriyeyê çi ye?», malpera El-Cumhuriye, 8/4/2025.
- Canbulat Şikay, «Ragihandina hevpeymaniya “Temasuk” li Sûriyeyê», malpera El-Quds El-Erebî, 23/3/2025.
- Lev Trotskî, Şoreşa Xiyanetlêkirî, beşa pêncem: «Termîdora Sovyetê».
- François Furet, La Révolution française, r. 382.
- Jean-François Bayart, «Le concept de situation thermidorienne», Centre d’études et de recherches internationales (CERI), hejmar 24, Adar 2008, Sciences Po, Paris.

