
Desteya Nivîsînê – Xeta Pêşîn
Wekî tekezkirina piştgiriya me ya domdar ji qurbaniyên zordarî û çewisandinê re, hin hevalên me yên “Partiya Çepa Şoreşger li Sûriyeyê” beşdarî çalakiya protestoyê bûn ku roja yekşemê 17ê Gulana 2026an li paytexta Almanyayê Berlînê, li ber Wezareta Derve ya Almanyayê, hate lidarxistin. Armanca vê çalakiyê şikandina dîwarê bêdengiyê yê ferzkirî bû, piştgiriya keçên elewî yên ku rastî siyasetên sîstematîk ên revandin û binpêkirinê tên, û redkirina hewldanên veşartina tundiya ku mîlîsên “desthilatdariya termîdorî” – ya ku li Şamê desthilat desteser kiriye – dimeşînin.
Yek ji hevalên me yên beşdarî çalakiyê ji Xeta Pêşîn re got:
“Beşdarbûna me di vê çalakiyê de ji prensîbên me tê, ku li hember terora mezhebî bêalîbûnê nas nakin. Çawa ku me li dijî sûcên rejîma xunteya malbata Esed, ya ku gel birçî hişt û xewnên wî perçiqand, derketin, îro jî em bi hemû hêza xwe li hember vê desthilatê disekinin, ku di sala xwe ya yekem de îspat kir ku bi tevahî ‘termîdorî’ ye: bi xwîna Sûriyeyiyan dijî û tundiya civakî û provokasyona mezhebî bikar tîne da ku serdestiya xwe xurt bike, wekî ku dema herêm û kêmneteweyên olî û etnîkî bindest dike jî dike.”
Nivîsên me, bi taybetî broşura Termîdora Sûriyeyê, hişyarî dabûn ku desteserkirina desthilatê ji aliyê van hêzan ve dê “veguhestineke demokratîk” neyne, belkî dê rejîmeke ku bi biçûkxistina mafan tê naskirin û tundiya sîstematîk ji bo tirsandina wan girseyên ku rojekê ji bo azadî û rûmetê derketin bikar tîne, biafirîne. Veşartina revandina jinan û binpêkirina ewlehiya wan ne “bûyerên takekesî” ne, wekî ku bilindgoyên erzan ên vê desthilatê îdîa dikin; ew siyaseteke sîstematîk e ku armanca wê çokdanîna gelê Sûriyeyê û ji nû ve hilberandina amûrên zordariyê ye.
Em di Partiya Çepa Şoreşger de sozê xwe ji girseyên Sûriyeyê re li her derê nû dikin: em ê dengê bêdengan bimînin û di pêşengiya têkoşîna li dijî termîdorîzma mezhebî û şovenîst de bin. Em bang li hemû hêzên demokratîk û civakî dikin ku di eniyên yekbûyî de rêzên xwe bikin yek ji bo hilweşandina vê desthilatê, û rêya ber bi komareke demokratîk û nenavendî ya li ser wekhevî û edaleta civakî ava dibe berdewam bikin.
Na ji serdestî û tirsandinê re – erê ji hemwelatîbûna wekhev û azadiyê re!
Jin, Jiyan, Azadî




