
Desthilatdariya termîdorî ya bi serokatiya Colanî dest bi bicîhanîna prosedurên qanûna nasnameyê ya 2026an kiriye: navendên tomarkirinê li Hesekê, Qamişlo û gundewarên wan vekirine û serlêdanên kurdan werdigire, di nav de yên kategoriya “mektûman” (netomarkirî) ku bi dehan salan li derveyî her naskirineke qanûnî man. Ev gav wekî çareseriya dosyaya bênasnameyan tê pêşkêşkirin, bi sozên tevlîkirina bi dehan hezar kesan di qeydên fermî yên dewletê de.
Lê ev pêvajo di çarçoveyeke qanûnî de pêk tê ku hîn jî li ser pênaseyeke neteweyî ya yekane ava ye; kurd di belgeyên fermî de wekî “ereb ên sûrî” tên nivîsandin, bêyî tu naskirina nasnameya wan a neteweyî. Herwiha ev tedbîr di çarçoveyeke firehtir a ji nû ve sepandina kontrola siyasî û îdarî li ser herêmên bakur û rojhilat de tên, ku pirsan li ser cewhera vê gavê derdixe: gelo ev dadperweriyeke rastîn e, an amûreke ji nû ve kontrolkirina siyasî ye?
Rehên mijarê vedigerin serjimêriya awarte ya sala 1962an li parêzgeha Hesekê, dema ku bi dehan hezar kurd ji nasnameya sûrî hatin bêparkirin û wekî “biyaniyên Hesekê” (ecanib) û “mektûman” hatin dabeşkirin. Ev ne prosedureke îdarî ya bêalî bû, belkî beşek ji siyaseteke sîstematîk bû ku armanca wê marjînalkirina kurdan û înkarkirina hebûna wan a neteweyî bû, ligel tedbîrên din ên wekî erebkirin û sînordarkirina ziman û mafên aborî.
Di sala 2011an de, rejîma Esed a hilweşiyayî biryarnameya 49 derxist ku nasname da beşek ji “biyaniyên Hesekê”, lê ew sînordar û hilbijartî ma û hemû kesên zirar dîtî, bi taybetî mektûman, negirt nav xwe; bi vî awayî cewhera pirsgirêkê bê çareserî ma.
Partiya Çepa Şoreşger li Sûriyeyê dibîne ku tiştê îro diqewime ne çareseriyeke rastîn e. Pirsgirêk ne tenê tunebûna nasnameyê ye, belkî înkarkirina kurdan wekî netewe ye. Ji ber vê yekê, her çareseriyek ku naskirina destûrî ya kurdan û mafên wan di nav xwe de negire, çareseriyeke kêm dimîne ku derxistinê bi şêweyekî nû ji nû ve hildiberîne.
Partî tekez dike ku çareseriya rastîn bi van gavan dibe:
- Rakirina tam û bêşert a hemû encamên serjimêriya 1962an.
- Dayîna nasnameyê yekser ji hemû kesên ku jê bêpar hatine hiştin re, bêyî sînor û şertên siyasî.
- Naskirina kurdan wekî netewe, û misogerkirina mafên çandî û zimanî, di nav de perwerdehiya bi zimanê kurdî.
- Veqetandina hemwelatîbûnê ji her pênaseyeke neteweyî ya yekane, û avakirina wê li ser bingeha wekheviya tam di navbera hemû endamên gel de.
Nasname divê ne amûreke tevlîkirina bi zorê be, belkî mafekî xwezayî û bêbazar be. Her projeyeke demokratîk li Sûriyeyê wateya xwe winda dike eger li ser naskirina eşkere ya pirrengiya neteweyî, û di serî de mafên kurdan, ava nebe.
Amadekirin: Desteya Nivîsînê
