
Sûriye, nêzîkî du salan piştî hilweşîna rejîma Beşar El-Esed, li pêşberî qonaxeke veguhêz a pir aloz û tundûtûj rawestiyaye. Rejîma zordariya Beisî ya kevn bi dawî bû, lê belê vê yekê rê li ber avakirina pergaleke demokratîk û pirreng venekir, û pirsgirêkên civakî û aborî yên ku di sala 2011an de Şoreşa Sûriyeyê teqandin, çareser nekirin. Berevajî vê yekê, desthilatdariyeke termîdorî ya mîlîsî, mezhebperest û noker cihê wê girt; desthilatdariyeke ku bi bazareke emperyalîst hat ser hukim û xwe dispêre cemawerekî ji “toza mirovî” ya faşîst. Vê desthilatdariyê di Adara 2025an de li Peravê li dijî Elewiyan, di Tîrmeha 2025an de li Siwêdayê li dijî Durziyan, û di destpêka vê salê de li dijî gelê Kurd komkujiyên mezin pêk anîn; her wiha Xiristiyan û mezhebên Sunnî yên ne-selefî çewisandin, tevî cureyên din ên cudakarî û zordariya olî, neteweyî, herêmî û zayendî.
Di sala 2026an de, ji ber polîtîkayên desthilatdariya termîdorî, diyardeyên alozî, tundûtûjî û rageşiya mezhebî û civakî berdewam kirin. Her wiha welat bû şahidê pêlên xwepêşandanan ên girêdayî bilindbûna buhayan, kêmasiya mûçeyan, krîza sotemeniyê, rêveberiya xirab û gendeliya berbelav. Di Îlona 2026an de, zêdekirina buhayên sotemeniyê bû sedema yek ji berfirehtirîn pêlên nerazîbûnê ji dema ketina Esed ve, ku girtina rêyan û xwepêşandanên li gelek herêman li xwe girt.
Ji aliyê aborî ve, û berevajî îdîayên xwe, desthilatdariya bermahiyên DAIŞ û Nusrayê di anîna veberhênanên navxweyî û derveyî de têk çû, tevî sivikkirina cezayan û vegerandina zeviyên petrolê. Lê belê hemû nîşaneyên makro-aborî tu başbûneke civakî nîşan nadin: xizanî berfirehtir dibe, hêza kirînê têk çûye, bêkarî gihîştiye asteke bêhempa, û xizmetguzariyên giştî û binesazî di rewşeke pir xirab û wêran de ne. Her wiha Banka Cîhanî destnîşan dike ku dahatên giştî daketine binê 5% ji hilberîna giştî ya navxweyî, û şiyana darayî ya desthilatdariyê ji bo dabînkirina pêdiviyên civakî pir sînordar e, bi taybetî piştî kêmbûn an rawestandina piştgiriya darayî ya ji welatên Kendavê.
Mijara bingehîn di wê yekê de ye ku hilweşîna rejîma kevn têkiliyên hêza civakî û aborî bi awayekî radîkal neguherand. Elîteke desthilatdar bi yeka din hat guhertin, di demekê de ku piraniya herî mezin a niştecihan li derveyî pêvajoya biryardana siyasî û kontrolkirina çavkaniyên aborî man. Bi taybetî ji ber ku arasteya pêvajoya jinûveavakirinê ya ku desthilatdariya termîdorî dimeşîne xwe dispêre taybetmendîkirinê (prîvatîzasyonê), spekulasyonên xanî û erdan, û komkirina samanê di destê karsazên girêdayî navendên desthilatdariyê de, veguhêza siyasî nikare bibe veguhêzeke demokratîk, lê belê ew jinûveavakirin û teşegirtina burjuwaziya Sûriyeyê ye li ser bingehên nû.
Ji ber vê yekê, erka sereke ya çepa şoreşger ne parastina rabirdûyê ye, û ne jî tenê daxwaza guhertina hikûmetekê bi yeka din e, lê belê veguherandina krîza heyî ye bo derfetekê ji bo avakirina hêzeke civakî ya serbixwe ya karker, cotkar, xizan, ciwan, jin, perawîzxistiyan, bindestan û hemû parêzvanên demokrasiyê.
Tiştê ku pêdiviya me pê heye ew e ku em xwepêşandanên belavbûyî veguherînin tevgereke civakî ya yekgirtî û berfireh, aştiyane û serbixwe ji desthilatdariyê, ji hêzên herêmî û navneteweyî, û ji mîrên şer. Ev pêvajo ji komîteyên gelêrî û xwecihî, komeleyên karker, karmend, xwendekar û cotkaran, û rêxistinên jinan û ciwanan dest pê dike, ku li ser bingeha daxwazên berbiçav hevkariyê dikin: mûçe, buha, elektrîk û av, kar, xanî, perwerde û tenduristî, û rawestandina girtin û binpêkirinan.
Armanc ne ew e ku ev rêxistin cihê civakê bigirin, lê belê ew e ku amûrên çalakî û xwerêxistinkirinê bidin çînên gelêrî.
Sûriyeyeke demokratîk bi rêya yekdestdariya elîtekê li ser desthilatdariya cîbicîkar, an jî bi rêya hukmekî ewlehî yê nû—nasnameya wî çi dibe bila bibe—nayê avakirin. Tiştê pêwîst destûreke demokratîk e ku ji aliyê Meclîseke Damezrîner a bi hilbijartinên azad ve were danîn, cudakirina rastîn a desthilatdariyan, dadweriyeke serbixwe, parlamentoyeke hilbijartî, pirrengiya partî û sendîkayî ya tam, û azadiya çapemenî, rêxistinkirin û xwepêşandanê ye.
Her wiha divê artêş û dezgehên ewlehiyê bikevin bin biryara desthilatdariyeke sivîl a hilbijartî, dawî li pirbûna navendên hêzên çekdar û komên mezhebî yên girêdayî desthilatdariyê were anîn, çekdar li gorî pîvanên pîşeyî û mafên mirovan ên zelal werin entegrekirin, û berpirsên sûcan—ji kîjan alî dibin bila bibin—werin darizandin.
Pêdiviya me bi avakirina komareke demokratîk, nenavendî, pirreng û civakî heye, ku ji aliyê olî û neteweyî ve bêalî be.
Dadweriya Veguhêz, Ne Dadweriya Bijarte
Yekîtiya niştimanî li ser bingeha jibîrkirinê an tolhildana komî nayê avakirin. Tiştê pêwîst eşkerekirina rastiyê, belgekirina sûcan, darizandina berpirsan bi awayekî takekesî, qerebûkirina qurbaniyan, vegerandina koçberan, û rêgirtina li veguherandina nasnameya mezhebî an neteweyî bo bingeheke cezakirina komî ye. Her wiha divê hemû berpirsên desthilatdariya heyî ji ber komkujiyên ku pêk anîne werin hesabxwestin.
Demokrasiya siyasî bi tena serê xwe dê bêwate bimîne eger bi milyonan Sûriyeyî dîlên xizanî, bêkarî û bêewlehiya aborî bimînin. Ji ber vê yekê, divê em ji bo bernameyeke civakî bixebitin ku xwe dispêre bilindkirina mûçeyan û girêdana wan bi buhayan ve, dabînkirina kêmtirîn asta debara jiyanê, jinûveavakirina xizmetguzariyên giştî, perwerde û tenduristiya bêberamber, parastina karkeran, jinûvexebitandina saziyên pîşesazî û çandiniyê, reforma erdan, avakirina kooperatîfan, û peydakirina derfetên kar.
Her wiha divê samanên xwezayî yên mezin, bi taybetî petrol, gaz û av, bikevin bin xwedîtiya giştî û çavdêriya demokratîk, û rê li ber wê yekê were girtin ku jinûveavakirin bibe qadeke komkirina samanên nû di destê kêmaniyeke teng de.
Partiya Çepa Şoreşger dibîne ku yekîtiya Sûriyeyê bi hêza navendî nayê ferzkirin, û li ser înkarkirina pirrengiya neteweyî û olî ava nabe. Çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd û hemû mijarên din ên neteweyî û olî divê li ser wekheviya tam di mafan de, naskirina nasname, mafên neteweyî, ziman û çandê, û li ser pergaleke nenavendî ya demokratîk ava bibe ku rê dide herêman karûbarên xwe di çarçoveya dewleteke Sûriyeyê ya yekgirtî de li ser bingeha dilxwazî û destûrî bi rê ve bibin.
Di heman demê de, mezhebperestî bi dij-mezhebperestiyê nayê rûbirûkirin. Rêya derbaskirina wê dewleteke hemwelatîbûnê ya demokratîk û ji aliyê olî û neteweyî ve bêalî ye, ku bi polîtîkayên dadweriya civakî ve girêdayî be da ku rehên perawîzxistin, xizanî û newekheviyê kêm bike.
Li hemberî desthilatdariya termîdorî bi cemawerê wê yê faşîst û mîlîsên wê yên mezhebperest, pêdiviya me bi avakirina berfirehtirîn bereyên yekgirtî yên hêzên çepgir, û her wiha yên hêzên demokratîk, civakî û gelêrî heye, bi awayekî ku rê bide berxwedana li dijî desthilatdariyê û rûbirûbûna kêşeyên siyasî, civakî, aborî û niştimanî yên ku gel û welat pê re rû bi rû ne.
Guhertin bi tenê ji elîtan nayê, ne ji derve tê, û ne jî bi guhertina kesan li lûtkeya desthilatdariyê pêk tê. Pêdiviya wê bi hêzeke siyasî ya rêxistinkirî heye ku têkoşîna demokratîk bi têkoşîna civakî ve girê bide.
Ji vir ve erkeke me ya bingehîn derdikeve pêş: berdewamkirina xebata ji bo avakirina partiyê—ku di navxwe de demokratîk e, pir-netewe, pir-mezheb û pir-herêm e—ku di nava tevgera gelêrî, sendîka, zanîngeh, tax û cihên kar de dixebite, û alternatîfeke siyasî ya zelal li dijî zordarî, lîberalîzma aborî, mezhebperestî û paşkotiya ji hêzên derve re pêşkêş dike.
Bi rastî, asoya guhertinê li Sûriyeyê pêşwext bi ketin an mayîna desthilatdariyekê nayê diyarkirin. Têkoşîna rastîn ew e ya ku li dor xwezaya civak û dewleta ku dê ji krîza heyî derkevin, dizivire. Eger girseyên Sûriyeyê, û hêzên wan ên siyasî û civakî, temaşevan an felcbûyî bimînin, metirsî heye ku welat ji zordariyeke kevn derbasî şêweyekî nû yê zordarî, serkutkirin û îmtiyazan bibe. Lê eger hêzên çepgir û demokratîk, bi çînên gelêrî re, bikaribin xwe bi awayekî serbixwe bi rêxistin bikin, û demokrasiya siyasî bi dadweriya civakî û wekheviya neteweyî û mezhebî ve girê bidin, wê demê krîza heyî dikare bibe destpêka rêçikeke dîrokî ya nû: Sûriyeyeke demokratîk, civakî, sekuler (laîk), pir-netewe û pir-mezheb, nenavendî, ku tê de desthilatdarî ji jêr ber bi jor ve radibe, û samanên welêt dibin milkê civakê, ne îmtiyaz ji bo elîteke nû.
Nexwe, erka ku di qonaxa heyî de li pêşiya me hemûyan e, wekî ku Partiya Çepa Şoreşger dibîne, ne li benda mayîna “rizgarkerekî” ye—ew kî dibe bila bibe—lê belê beşdarbûna di avakirina hêza civakî û siyasî de ye ku dikare gel bi xwe bike xwediyê biryarê, û destê bilind di diyarkirina paşeroja xwe û paşeroja Sûriyeyê de bide wî.
Amadekirin: Desteya Nivîsînê ya Eniya Pêşîn (El-Xet El-Emamî)





