
Êrîşkariya dawî ya Amerîkayê li ser Komara Bolîvarî ya Venezuelayê, ku bi rêya lêdanên asmanî li ser navendên leşkerî û jiyanî li paytext “Karakas” pêk hat, tevî nûçeyên revandina Serokê Venezuelayê û hevjîna wî û birina wan bo derveyî welat, careke din rûyê rastîn ê pergala emperyalîst a Amerîkayê eşkere dike: Pergaleke ku li ser ferzkirina daxwazan bi zorê, binpêkirina serweriya dewletan, û bindestkirina gelan bi rêya hêza leşkerî, dorpêçkirin û talankirina birêxistinkirî ava bûye, her gava ku gelek bixwaze ji xeleka guhdarî û peyrewiyê derkeve.
Tiştê ku li Venezuelayê diqewime, nayê dîtin wekî rûdaneke cuda yan awarte, lê belê ew nîşaneyeke rasteqast a qeyrana kûr a emperyalîzma Amerîkayê ye. Ew hewl dide serdestiya xwe ya hejiya li ser herêmên dewlemend bi çavkaniyan, nemaze petrolê, nû bike. Ev yek bi destwerdana leşkerî ya rasterast tê piştî ku amûrên wan ên din mîna cezayan, dorpêça aborî, zextên siyasî û darbeyên nixumandî bi ser neketin.
Ezmûna dîrokî, bêyî îstîsna, selimandiye ku destwerdanên emperyalîst qet naxwazin gelan biparêzin yan mafên wan mîsoger bikin. Berovajî vê, armanca wan bindestkirina gelan e û vegerandina welatên armanckirî ye bo nav pergala kedxwariya kapîtalîst a cîhanî, da ku xizmeta berjewendiyên pargîdaniyên mezin û talankerên navneteweyî bikin. Di vê çarçoveyê de, êrîşa li ser Venezuelayê destdirêjiya li ser mafê gelê Venezuelayê yê çarenûsê û mafê wan ê jiyana bi ewle ye.
Em wek Partiya Çep a Şoreşger li Sûriyê, tekez dikin ku mafê gelan di parastina xwe de li hember êrîşkariya emperyalîst mafekî siyasî û dîrokî yê rewa ye. Li gorî ezmûna gelê me ya bi dagirkerî û destwerdanên emperyalîst re, em piştevaniya xwe ya zelal ji gelê Venezuelayê re di têkoşîna wan a li dijî makîneya şer a Amerîkayê de radigihînin.
Sernikftin ji bo têkoşîna gelan a li dijî emperyalîzmê û berxwedana gel re.Têkçûn ji bo hemû projeyên serdestî û talankirinê.Hemû desthilat û dewlemendî ji bo gel e.
Partiya Çep a Şoreşger li Sûriyê3’yê Rêbendana 2026

