
Ji destpêka êrî şa hovane ya bo qirkirina gelê me yê Kurd tê ji aliyê desthilatdariya termîdorî ya bi derva ve girêdayî, ku ji koka terrorê hatî çêkirin, bi DAÎŞ û El-Qaîde re hevkar e, û parêzvana terora wan e, ev desthilatdarî ya ku deriyên girtîgehên DAÎŞê vedike ji bo terrorîstên DAÎŞ werin berdan û wan dîsa wek amûrên qirêj di şerê li dijî gelan de bikar bîne.
Sûrîya îro dikeve qonaxekî dîrokî ye, ku qet helwestên nîv-şêwaz qebûl nake.
Bangê ku Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo sferberiya giştî di 19.01.2026 de kir, ne bûyerek asayî ye, ev bûyereke dîrokî ye, ber ku:
ev şerê di navbera keleha dawî ya demokrasî û azadiyê li Sûrîyê li dijî hêzên faşîzmê û tarîtiyê ye.
Ev şer e di navbera hêzên pêşverû û paşverûtiyê ،
di navbera başî û xerabîyê de،
di navbera hebûn û qirkirinê de.
Em, di Partiya Çepa Şoreşger a li Sûrîyê de, bi eşkere û bêtirs radigihînin:
Ev ne tenê şerê Kurdan e، lê şerê hemû azadîxwazên li Sûrîyê ye، şerê hemû hêzên çepgir li Sûrîyê û li cîhanê ye، û şerê her kesê ye ku bawer dike welat bi zindan û qirkirinê nayê avakirin، lê bi civakîa yekrast, wekhevî û mafê gelan yê xwe birêve dibin.
Tecrûbe bi eşkere nîşan da ku bêdengî di demên qirkirinê de hevkarîya terror û qirkirinêye, bê helwest di şerê di navbera qirkirin û hebûnê, tê watey alîgiriya qirkirinê
û ku yê ku îro li kêleka berxwedana gelê xwe ne raweste، sibê dê li bin piyên faşîstan were qirkirin.
Êrişa li ser gelê Kurd، li ser rêveberiya xweser, û li ser projeya wê ya demokratîk.
Êrîşeke li ser azadiya Sûrîyê û hewldaneke ji bo ku herkesê azadîxwaz û sosyalîst yê
tevdigerin li derveyî mentiqa desthilatdariya navendî ya tûnd û li derveyî serdestîya împeryalîzmê û nûnerên wê yên herêmî
Li ser vê bingehê، em wek Partiya Çepa Şoreşger a li Sûrîyê radigihîn:
- Bersivdayîna bangê sferberiya giştî ya HSD bi dudilî û bê navber.
- Danîna hemû imkanên xwe yên siyasî، medyayî û rêxistinî، û hemû şêwazên piştgirîya xwe ya têkoşînî di xizmeta berxwedana gelê Kurd، parastina rêveberiya xweser û parastina mafê wê yê hebûn û berxwedanê de.
- Rawestana bê şert û bê hesabên teng li kêleka berxwedana gelê Kurd، wek beşek ku nayê veqetandin ji berxwedana şoreşger a giştî ya li Sûrîyê li dijî istîbdadê، dagirkeriyê û paşverûtiyê.
Em bi eşkere dibêjin:
Ji Kobanê heta Qamişloyê،
ji Rojavayê heta Sûrîyê،
ji taxan heta xendeqên berxwedanê،
şer yek e، dijmin yek e، û hebûn yek e.
Ev rojeke dîrokî ye ku dê pêşeroja welat û gelê me diyar dike.
Bi hev re heta serkeftinê!
Bijî berxwedana gel.
Mirin bo faşîzm û tarîtiyê.
Serkeftin ji bo gelên têkoşer.
Bijî biratîya navneteweyî ya gelan.
Bijî têkoşîna sosyalîst a şoreşger.
Bixwe desthilatdariya şoreşa dijber li Şamê.
Hemû desthilat û dewlemendî ji gel re.
Partiya Çepa Şoreşger a li Sûrîyê
20ê Kanûna Duyem / sala 2026

